‘Hîn di salên 90’î de Ocalan bûyerên  ku niha li ser xaka Sûriyê pêk tên dizanibû’

Şêniyê bi navê Ehmed Umer ê di salên 90’î de  bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 caran rûniştiye got: “Rêber di tevahiya aliyên siyasî û leşkerî de têgihiştiye û agahiyên wî dewlemend in. Tevahiya rûdanên ku li ser qada Sûriyê pêk tên berê dizanî bû.".

Şêniyê bi navê Ehmed Umer (50) ji şêniyên navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

Umer  3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Cara yekemîn sala 1991`an di kampek li Lubnanê, ya din sala 1992`an li taxa Rikindîn a peytexta Şamê Sûriyê û cara sêyemîn di heman sale de li Helebê.

Umer ji ajansa me re qala rûniştinên xwe yên li gel Ocalan kir. Umer girêdayî kesayeta Ocalan got: "Rêber xwedî kesayetek bi hêz e. Di tevahiya aliyên siyasî û leşkerî de têgihiştiye û agahiyên wî dewlemend in. Tevahiya rûdanên ku li ser qada Sûriyê pêk tên berê dizanibû."

Umer wiha domand: "Rêber hertim destnîşan dikir ku gelê Rojava ji bo xaka welat, hezkirina, girêdana wan bi yên ku dê rêveberiyek dûrbîn  ji wan re pêşkêş bike, canê xwe feda dikin. Bûyerên li Rojava rû didin gotinên Ocalan ên wê demê isbat dikin."

Di dawiyê de Umer got: "Rêber ji me re tekez dikir ku her kesê azadîxwaz leheng e û bi zanabûnê mirov dikare xwe bi rêve bibe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din