‘Hîna 7 dewletên mezin têkildarî çeteyên DAIŞ’ê li hev nekiriye’

Wezîrê karên hundirîn ê Fransayê Castaner diyar kir ku 7 dewletên mezin hîna li ser çawaniya mijûliya bi çeteyên biyanî yên li Sûriye û Iraqê re li hev nekiriye.

Wezîrê karên hundirîn ê Fransayê Christophe Castaner ji ajansa Ruetersê re wiha got: "Wezîrên hundirîn ên komên 7 dewletan, hîna nêrînên xwe yên cuda ji bo mijûlbûna bi teror û malbatên wan ên li Sûriye û Iraqê re hene."

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û wekîla wezîra hundirîn Claire Grady di civîna wezîrên hundirîn ên 7 dewletan a li Parîsê de, nêrîna DYA’yê ku divê hemwelatiyên xwe yên biyanî li welatên wan bêne vegerandin, tekez kir.

Fransa û dewletên din dibêjin ku divê ew çete li Iraqê bêne darizandin.

Serokê DYA’yê Donald Trump ji dewletên Ewropa xwest ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê şer dikir, vegerînin.

(jo)


Mijarên Din