`Hîna ku Rûsya hatiye herêmê bi erka xwe ya garantor ranebûye`

Şêniyên navçeya Til Temirê bang li garantorê rûsî kir ku helwesta xwe ya mayînê yan jî derketinê zelal bike û li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker bi cidiyet tev bigere û li ser hesabên gelê herêmê berjewendiyên  xwe bimeşîne.

Bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê"artêşa Nîştimanî ya sûrî" ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên Rûsyayê li ser bingeha peymanên ku di navbera wan, QSDê û dewleta Tirk a dagirker de derbasî herêmê bûn da ku dawî li êrişên li ser herêmê bîne û parastina gelê wê bike.

Her çi qasî peymanên girêdayî agirbestê hebin jî, ew qasî jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî gelê herêmê berdewam dikin.

Di demên dawî de eşkere bû ku garantorê rûsî bi bêdengiya xwe zextê li ser gelê herêmê dike û tev li artêşa Tirk dibe, di heman demê de vekişandina dubarekirî ya hêzên Rûsyayê jî zexta li ser QSD`ê û Rêveberiya Xweser e da ku herêmê radestî hikumeta Şamê bikin.

Şêniyên Til Temirê yên li ser xetên şer ên bi artêşa Tirk re nêrînên xwe der barê helwesta Rûsyayê ya li herêmê destnîşan kirin.

ꞌGER NIKARIN BILA DERKEVINꞌ

Selman Abdulbaqî got hêzên Rûsyayê ji bo rawestandina êrişên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê yên li dijî herêmê derbasî herêmê bûn, lê ew berovajî vê  yekê dibînin; ji bo berjewendiyên xwe derbasî herêmê bûne, isbata vê yekê ew e ku êriş berdewam in û rojane pêk tên.

Abdulbaqî bang li "garantor" rûsî kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker rawestîne, lê ger ku nikaribe bila ji herêmê derkevin, ji ber ku ji dema hatine êriş nehatine rawestandin.

Şêniyê bi navê Roj Diyar Eyo jî axivî û da zanîn ku ew dibihîzin ku hêzên Rûsyayê hêzên xwe ji herêmê vekişandin, piştre ji wan tê diyarkirin ku vegeriyane, ji lew re ew dibêje ku kiryarên wiha dê çareseriyê bi xwe re neyne.

Diyar Eyo bang li garantorê rûsî kir ku helwesta xwe diyar bike, pabendî garantiyên ku dabû be û parastina gelê herêmê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker bike.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl jî axivî û ev yek nirxand: "Hêzên Rûsyayê wekî garantorên agirbestê derbasî herêmê bûn, lê em dibînin ku li dijî herêmê rojane êriş pêk tên û ew bê deng e."

Semer Xelîl axaftina xwe bi van agahiyan berdewam kir: "Derbasbûna hêzên Rûsyayê ji herêmê re armanca wê ya sereke ew bû ku êrişên li ser herêmê rawestîne ne wekî ji me re hate diyarkirin ku ji bo berjewendiyên xwe derbasî herêmê bûye. Hêzên Rûsyayê ji bo parastina gelê  herêmê tiştek nekiriye."

Semer Xelîl da zanîn ku vekişandina ku hêzên Rûsyayê pê radibe, di çarçoveya derxistina gendeliyê û metirsiyê de pêk tê.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê bang li "garantor" rûsî kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û pirsgirêkan dernexe.

Hêzên Rûsyayê 21`ê vê mehê ji baregehên xwe yên li Eyn Îsayê  vekişiya û sibeha roja din bêyî diyarkirina sedeman vegeriyan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din