Hîna pirsgirêka jeneratoran li Qamişlo çareser nebûye

Pirsgirêka jeneretoran li bajarê Qamişlo hîna çareser nebûye û şênî ji ber pêkneanîna xwediyên jeneratoran biryarnameyên ku şaredariyên del danîne bi gilî û gazinc in. Şaredariyên gel hebûna vê pirsgirêkê tekez dikin û tê payîn dewriyeyên meydanî organîze bikin da ku pirsgirêkê çareser bikin.

Şaredariyên Gel li bajarê Qamişlo di 31`ê Hezîranê de di civîneke li gel meclisa navçeya Qamişlo a rojava û rojhilat û Şaredariya Gel û Yekitiya Jeneratoran biryarnameya bi hejmara 12 der barê jeneratorên kehrebeyê de derxist. Bi rêya wê nirxê emîran li Qamişlo diyar kirin, piştî ku rewşa kehrebeyê li herêma Cizîrê baş bû.

Li gorî biryarnameya hejmar 12 ku ji Şaredariya Gel derket, ji bo her amperekê 800 lîreyên Sûriyê be û ji bo dikanên bazirganiyê jî hezar û 200 lîre. Lê hin xwediyên jeneratoran ev yek pêk neanî.

Ehmed Ebdellah ji şêniyê taxa Kornîş a bajarê Qamişlo ye û buroyeke wî ya bazirganiyê li ser rêya Amûdê –Qamişlo heye û destnîşan dike ku rewşa kehrebeyê li bajêr baş bûye.

Xwediyên jeneratoran nirxê ku şaredariyê diyar kir, pêk naynin

Ehmed Ebdellah wiha got: "Lê ji bo jeneratoran, hin xwediyên jeneratoran li gorî biryarmaneyên ku şaredariyan derxistin, tev nagerin. Ez serê her amperekê ji buroya xwe re hezar û 350 lîreyan didim tevî ku Şaredariya Gel hezar û 200 lîre diyar kir. Lê xwediyên jeneratoran li gorî nirxê ku şaredariyê diyar kir, tev nagerin."

Zekiyê Hisên Mihemed ku werşeya wê ya dirûnkariya jinan li navçeya rojava li bajarê Qamişlo heye, tekez kir ku xwediyê jeneratorê ku kehrebeyê dide dikana wê, daxwaza hezar û 350 lîreyan dike û wiha domand: "Dikan çavkaniya rizqê min e, lê heqê ku xwediyê jenerator dixweze pir giran e." Zekiyê hêvî kir ku Şaredariya Gel vê pirsgirêkê çareser bike.

Hewcedariya dewriyeyên meydanî

Her wiha xwediyê dikaneke bazirganiyê li taxa Kornîş Omeran Beder Şêxmûs xuya kir ku biryarên ji Şaredariyên Gel derketin baş in, lê biryarname tenê li ser rûpelan in, li ser erdê tiştek pêk nayê û xwediyên jeneratoran paşguh dikin û wiha got: "Divê aliyên berpirs dewriyeyên meydanî bi rêxistin bikin û kesên zagonan pêk neynin, bên cezakirin."

Berpirsê Buroya Rêxistin û Çavdêriya Jeneratoran di Şaredariya Gel a Rojhilat de Coric Mesûd teqez kir ku hin xwediyên jeneratoran biryarnameyên ku derketin pêk naynin, her wiha da xuyakirin ku her kesê wê biryarnameyan paşguh dike, destpêkê tê hişyarkirin, lê eger dubare bibe ew ê bi nirxê 50 hezar lîreyan bê cezakirin, lê cara sêyemîn dê nirx buhatir bibe û 500 hezar lîre bide.

Tê payîn ku Şaredariya Gel a Qamişlo dewriyeyên meydanî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê organîze bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din