Hûnerê dayîka xwe ji pişaftinê diparêze

Dirûn û tedrîz pîşeyek û hunerek ji hunerên ku bi salan e jin didin jiyankirin e. Yek ji van cihanên ku vê hunerê didin jiyîn jî taxa Şêxmeqsûde. Jinên taxê hunera dirûn û tedrîzê ji bişaftinê diparêzin.

Gelek jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hunêr destan ên ji dapîr û dayîkên xwe girtîn, diparêzin. Yek ji van jinan jî şêniya bi navê Cîhan Hemo ya 49 salî ji gundê Berko ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ye.

Cîhan di zarokatiya xwe de ji xwendinê û çûnyîna dibistanê mehrûm bû. Ji ber vê yekê hunera dîrokî ya karê destan û dirûna cilan, fêr bû.

Cîhan niha pembo didrû û morikan bi kefiyên Kurdan ve dike. Her wiha tedrîza kevn a bi navê "Qenewîç" ku tenteneyên ser maseyan, televîzyonan û balîfan çêdike.

Karê wê yê destan û taybet pêxistina morîkan bi kefiyan ve, li piraniya herêmên mîna Heleb, Efrînê, Cizîrê û Firatê, heta Lubnan, Almanya, Tirkiyê û Şamê belav bû. Ji ber tenê ew bikaranîna ser kefiyan baş dizane.

Behreyên pir..

Cîhan ne tenê karê destan dike, şitilgeheke wê biçûk di mala wê de heye û gelek cureyên şênkayî û gulan tê de diçîne.

Her wiha Cîhan parastina parçeyên şûnwarî ku dayîkan berê bikar dianî dike. Cîhan parastina bermahiyên ji amûrên şer dike, da ku bibin şahidê şer.

Tevî rewşên şer ku rastî şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji bombebaran û dorpêçê hatin, lê Cîhanê dev ji pîşeyên xwe berneda û li kêleka wê jî xwarin ji eniyên şer û birîndaran re amade dikir.

Cîhanê ji ANHA`yê re wiha got: "Ez li tiştên hunerên destan û komkirina amûrên şûnwar geriyam. Ji ber girêdana min bi edet û kevneşopiyan ve, di destpêkê de ji bo xwedîkirina malbata xwe min kar kir û di demên şerê taxê de jî min karê xwe ranewestand.”

Cîhan Hemo di dawiya axaftina xwe de tekez kir, pîşeyên ku fêr bûye ji adet û kevneşopên ku ji dayîka xwe girtiye û bi armanca jiyandina çandê û vejînkirin wê, karê xwe dewam dike.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din