Hola xwe xist xizmeta Desteya Tenduristiyê

Şêniyên bi navê Ezedîn Hecî Hemo ku xwediyê Hola Seyran a şahiyan e, li hemberî Koronavîrusê hola xwe xist xizmeta Desteya Tenduristiyê.

Şêniyê bi navê Ezedîn Hecî Hemo yê ku xwediyê Hola Seyran a şahiyan a li taxa Cumaya ya bajarê Qamişlo ye, hola xwe xist xizmeta Şaneya Aloziyê, da ku eger vîrus li herêmê belav bibe, Desteya Tenduristiyê bike nexweşxaneyeke demkî.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê 250 text şandin holê da ku ji bo pêvajoya duyemîn a Şaneya Aloziyê ya pêşîlêgirtina derketina Koronavîrusê (Covid-19) li herêmê amade bibe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî pandemiya Koronavîrusê însiyatîfên cur bi cur derketin. Ji wan; şêniyan nan bê pere belav kir, werşeyên dirûnê mask çêkirin û bê pere li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyan belav kirin, her wiha bijîşkan ragihand ku amade ne kesên hewcedar bê pere derman bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din