Holanda dozekê li dijî Şamê bi sedema sûcên dermirovî amade dike

Holanda ragihand ku ew der barê sûcên dawîn ên li dijî mafên mirovan, îşkence û bikaranîna çekên kîmyawî de dozekê li dijî hikumeta Şamê amade dikin.

Li gorî Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Steve Block, îro bi peyamekê ji parlamentoyê re got welatê wî dozekê li dijî hikumeta Şamê ji bo Dadgeha girêdayî NY’yê amade dike. Di peyamê de tê gotin ku dê Serok Beşar Esed der barê binpêkirinên li dijî mafên mirovan de, îşkence û bikaranîna çekên kîmyawî lêpirsîn bikin.

Reutersê da zanîn ku Şamê bi vê pêngava qanûnî hatiye agahdarkirin.

Steve Block wiha domand: "Holanda îro biryara berpirsiyartiya Sûriyê ya binpêkirinên li dijî mafên mirovan û îşkencekirinê, ragihand."

Di peyamê de tê eşkerekirin ku divê Sûriye li gorî piştevaniya peymana NY’yê ya li dijî tundiyê ya ku Şamê di 2004’an de îmze kiriye, tev bigere.

(fr)


Mijarên Din