Hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê - 3

Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi sedan welatî kuştin, nêzî 3 hezar jî revandin. Çarenûsa 850 kesan ji wan ne diyar e. Berhemên çandiniyê yên zeytûn û tirî dizîn, jin revandin û dest avêtin wan. Dest avêtin milkên welatiyan û koçber kirin, demografyaya herêmê guhertin û çete û malbatên wan anîn herêmê.

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / EFRÎN

Di 2 salên dawîn de siyasetên Tirkiyê yên dijî kantona Efrînê xuya bûn. Tirkiyê her gefên dagirkeriyê dikirin. Piştî lihevhatina Soçiyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de êdî Tirkiyê dest bi êrîşa li dijî Efrînê kir.

Piştî ku Tirkiyê Efrîn dagir kir, gelek kiryarên hovane li dijî welatiyên Efrînê kirin, welatiyên ku nekarî ji Efrînê derkevin, di malên wan de dorpêç kirin û hemû şêweyên hovîtiyê bi serê wan de anîn.

Raya giştî ya cîhanê jî li hember binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê bê deng ma, li ber çavên cîhanê welatî hatin koçberkirin, cihên dîrokî hatin hilweşandin, xweza hate şewitandin û demografî hate guhertin.

Talankirina milkên welatiyan

Di roja yekemîn a dagirkeriyê de, çeteyên Tirkiyê mîna kuliyan êrîşî mal û dikanên welatiyan kir û bi fermana Tirkan tiştên wan hemû dizîn.

Li ser ajans û malperên cîhanî dîmen û wêneyên çeteyên ku milkên welatiyan didizin, hatin weşandin, di dîmen û wêneyan de tê xuyakirin ku çawa çete makîne, traktor û tiştên malan didizin, çawa ketin dikanên welatiyan û her tişt talan kirin.

Li gorî daneyên Desteya Aboriyê ya Kantona Erfrînê dagirkerên Tirk û çeteyên wan tiştên ku buhayê wan bi dehan milyar dolar e, dizîne.

Şûnwar û berhemên dîrokî yên Efrînê li muzexaneyên Tirkiyê

Artêşa Tirk a dagirker di roja destpêkê de hêrsa xwe li dijî gelê Efrînê diyar kir, peykerê Kawayê Hesinkar ku li Meydana Kawa ya bajarê Efrînê hatibû danîn, hilweşand.

Her wiha piştî dagirkeriyê jî gelek cihên dîrokî hilweşandin, ji wan cihên dîrokî kevana perestgeha dîrokî ya li gundê Kîmarê li navçeya Şêrawa ku yek ji nîşanên ola zerdeştî bû li çiyayên Lêlûnê, mezarê Parsa Xatûn ê li gundê Qestel Cindo li navçeya Şera û Quba Laleş jî hilweşand. Her wiha li gundên êzidiyan mizgeft ava kirin.

Dêra Colyanos a li gundê Beradê li navçeya Şêrawa ku yek ji kevntirîn dêrên cîhanê ye û dîroka wê digihîje dawiya sedsala çaran û gora oldar Mar Maron jî li wir e, talan kirin û hilweşandin.

Li gundê Meşelê yê navçeya Şera mezareke misilmanan heye, wekî cihekî pîroz e, dara nêzî mezarê jî ji bo welatiyan pîroz bû û xelkê paçik bi darê ve dikirin û miradên xwe digotin. Ew mezar jî hate hilweşandin û talankirin. Dîsa gora Şêx Mûs a li gundê Gewenda yê herêma Raco ku dîroka wê digihîje sala 1882`yan û bi dehan cihên dîrokî hatin talankirin û hilweşandin.

Rêveberê giştî yê muzexaneyan li Sûriyê Mehmûd Hemûd diyar kir ku li deverên dîrokî bi alîkariya artêş û îstixbarata Tirkiyê kolan û lêgerîn têne kirin, berhemên dîrokî têne dizîn. Hemûd got di muzexaneyên Tirkiyê de nêzî 16 hezar parçeyên dîrokî yên Sûriyê hene, her wiha bi hezaran parçeyên din hatine dizîn.

Her roj hejmara kuştî û girtiyan zêde dibe

Her roj li Efrînê bûyerên kuştin û revandina welatiyan li ser destê çeteyên Tirkiyê zêde dibe.

Ji roja destpêkê ya dagirkeriyê ve revandina welatiyan dest pê kir, heta niha nêzî 3 hezar kes hatine revandin, çarenûsa 850 kesan ne diyar e, ji wan 159 jî jin in.

Ji bo berdana welatiyên girtî, çete pereyan ji malbatên wan dixwazin, carinan buhayê berdana kesekî digihîje bi deh hezar dolaran, piştî ku malbat pereyan didin, çete welatiyekî din ji malbateke din direvînin û doza pereyan li malbata wan dikin û bi vî awayî ev rêzebûyer dewam dikin.

Birîna daran û xirabkirina xwezayê

Piştî dagirkeriyê, artêşa Tirk hemû zagonên parastina xwezayê binpê kirin, bi hezaran darên zeytûn, hinar û yên daristanan şewitandin. Li gorî daneyan zêdetirî 10 hezar dar li qadeke bi qasî 32 hektar fireh hatin şewitandin.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê her wiha dest danî ser berhemên çandiniya welatiyan, ji sedî 90 hatina demsala çinîna zeytûnan ji aliyê Tirkiyê û çeteyan ve hatiye dizîn. Zeyta hatiye dizîn bi rêya deriyê sînor ê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê veguheztine Tirkiyê.

Piştî diziya berhemên çandiniyê, çete darên zeytûnan dibirin da ku welatî sûdê jê wernegirin û li şûna wan erdan rêyên ku digihîjin deriyê sînor, vedikin.

Guhertina demografîk

Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê demografyaya herêmê diguherîne, çete û malbatên wan ji herêmên cuda yên Sûriyê tîne Efrînê, siyasetên xwe ferz dike da ku herêmê bike mîna Qibrisa duyemîn. Navên gundên Kurdan guhertin û li şûna wan navên tirkî lê danîn, her wiha navên kolanan û taxan jî guhertin û armeyên saziyên giştî jî kirin tirkî û erebî. Hin qad jî bi navê malbata Erdogan bi nav kirin.

Yek ji şêweyên guhertina demografîk ku dagirkerên Tirk li Efrînê dikin, nasnameyên tirkî dane welatiyan, van nasnameyan jî dengên Erdogan di hilbijartinan de zêde kirin.

Hejmara kesên ku ji derve anîn û li Efrînê bi cih kirin, gihîşte 40 hezar kesan, hemû welatiyên gundewarên Hims, Hema, Deşta Gab, Xûtaya Rojhilat û deverên din ên Sûriyê ne. her wiha dest danîn ser malên welatiyên Efrînê û nahêlin ew vegerin malên xwe, lewma gelek malbatên Efrînê niha bê mal in. Welatiyên Efrînê li bajarên xwe mîna biyaniyan dijîn, hemû mafên wan têne binpêkirin, carinan jî ji bo li malên xwe bijîn, kirê didin.

Rêbazên Koalîsyona Sûriyê têne fêrkirin 

Dagirkerên Tirk bi rêya meclisên herêmê ku ji hevkar û sîxurên wan pêk tên, li dibistanan rêbazên ku ji aliyê Koalîsyona Sûriyê ve hatina amadekirin, fêr dikin. Her wiha zimanê tirkî jî li ser xwendekarên Kurd û niştecih tê ferzkirin.

Navên dibistanan jî li şûna navên şoreşgerên Sûriyê, navên sultanên Osmaniyan li wan kirin û alên Tirkiyê jî li ser dibistanan hildan.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, dagirkeriya Tirkiyê hewl dide Efrînê tev li wilayeta Hatay a Tirkiyê bike û rêbazên tirkî li ser xwendekaran ferz bike.

Talankirina û ­hilweşandina saziyên giştî

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê di dema êrîşa li dijî Efrînê de, saziyên giştî yên xizmetguzariyê kirin armanc, gelek deverên mîna navendên elektrîkê, stasyonên avê, navenda posta û navgihînê, firin, dibistan, Zanîngeha Efrînê, bendava Meydankê û hwd. bombebaran kirin.

Çeteyan tiştên di stasyonên avê de mîna têl, jenerator û alavên elektrîkê hemû dizîn, her wiha tiştên bendava Meydankê jî dizîn û niha stasyona wê naxebite.

Nakokiyên çeteyan

Her roj nakokiyên komên çete jî zêde dibin, çete li ser belavkirina tiştên dizîne, li hev nakin û pirî caran ev nakokiyên wan vediguherin şerên giran.

Di encama şerên ku di navbera çeteyan de, bi dehan çete têne kuştin, carinan jî hêrsa xwe bi ser welatiyan de vala dikin, wan dikujin an jî direvînin û ji malbatên wan pereyan dixwazin.

(k)

ANHA


Mijarên Din