Hovîtiya dewleta Tirk zirarê digihîne çandiniya şêniyan

Tevî ku ew li nêzî xetên rashatina bi hêzên artêşa Tirk a dagirkeran re ne jî, lê belê dev ji çandiniya xwe bernadin. Ji ber bilindbûna nirxê tiştan cotkarekî 50 donim sebze çand. Cotkar diyar dike ku bilindbûna nirxê parçeyên temîrkirinê û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bandorê li çandiniyê dike.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re ji ber şer û pevçûnên li piraniya bajarên Sûriyê û di nav de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek şênî ji çandiniyê dûr ketin.

Lê belê bi ragihandina Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê re û girîngîdayîna xebatên çandiniyê, çandiniya li herêmê pêş ket. Her wiha cureyên din ên berhemdariyên çandiniyê yên havîn û zivistanê û cureyên din ji daran ku berê hikumeta Sûriyê çandiniya wan qedexe dikir, derbasî herêmê hatin kirin.

Piraniya şêniyên gundan di demsala havînê de  dabara xwe bi berhemên çandinya genim, ceh û baxçeyên malan dikin.

Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve herêmên bakurê Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî ve hatine dorpêçkirin. Her wiha cografiya bakurê Sûriyê heta zêdetirî 5 salan qada şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re bû. Ji bo şikandina dorpêçê û peydakirina derfetên kar li herêmê, Rêveberiya Xweser bi cotkaran re planên herêmî yên altirnatîf amade kir, kargeh hatin vekirin û çandiniyên nû derbasî herêmê bûn.

Lê belê bi pêkanîna qanûna Qeyser re, wekî hemû herêmên din bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bû. Her wiha  nirxê pereyên Sûriyê li hemberî dolar daket. Da ku bandorên qanûna Qeyser kêm bikin, piraniya şêniyên gundan berê xwe dan çadiniyên havînê.

Ev çandinî li navçeya Til Temirê û nexasim gundên nêzî xetên rasthatina bi artêşa Tirk a dagirker re zêde ne. şênî ji ber bihabûnê û ji bo dabara xwe bikin, sebzeyên malê diçînin.

Şêniyên wan gundan ji ber binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" û ji ber topbarana gundên wan ku êdî bandoreke mezin li jiyana wan dikir, rastî gelek pirsgirêkan hatin. Lê tevî vê yekê jî şênî xebatên xwe  yên çandiniyê berdewam dikin.

Da ku rewşa çandiniyê li gel êrişên Tirkiyê û mercên ku herêm tê re derbas dibe û pirsgirêkên ku jiyan dikin bişoûpîne, ajansa nûçeyan a Hawarê berê xwe da gundê Bab El-Xêr ê bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê li kantona Hesekê.

Cotkarekî ji gund ê bi navê Xidir Hec Eyu wiha got: "Me hemû cureyên sebzeyên malê û zebeşê sor çand. Bi hevkariya birayên xwe, min 50 donim rûber çand."

Eyu diyar kir ku bi rewşa bihabûnê re û ne îstiqrara pereyên Sûriyê li hemberî dolar, wan biryar da ku bi xwe baxçeyan di malên xwe de biçînin da ku sebzeyan ji sûkê nekirin.

JI BER BIHABÛNA PARÇEYÊN TEMÎRKIRINÊN ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN

Eyu destnîşan kir ku ew bi bîran baxçeyên xwe av didin û heke pirsgirêk di cenetoran de derkevin ew ji ber bilindbûna nirxê parçeyan zehmetiyên mezin dikişînin. Eyu bi bîr xist ku buhayê parçeyekî li gorî nirxê berê, bi qatan bilind bûye û wiha lê zêde kir: "Parçeyê bi 3 leyreyan bûye bi hezar leyreyê. Her wiha li çalakiya derxistina avê ji bîrê û temîrkirina wê zêdetirî 500 hezar leyreyên Sûriyê diçe."

HOVÎTIYA DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BANDORÊ LI ÇANDINIYÊ DIKE

Xidir Eyu di axaftina xwe de bal kişand ser ku ji ber gundê wan li nêzî xetên rasthatina bi Tirkiyê re ye, ew bê ser û ber û bi awayekî domdar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî topbaranê tên.

Her wiha destnîşan kir ku ew di dema topbaranê de ji gund derdikevin û berê xwe didin gundên bi ewle, lewra baxçeyên wan heta demekê bê xizmet dimînin û bandor li berhemdariyê û çandiniyê dibe û wiha got: "Pêwîstiya baxçeyan bi avê û xizmetê rojane heye. Ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê em ji gund derdikevin û zirar bi çandiniyê dibe."

JI BER KU ÇETEYAN ALAVÊN WÎ Û BERHEMÊN ÇANDINIYÊ DIZÎN, ZÊDETIRÎ 60 MILYON LEYREYÊN SÛRIYÊ ZIRAR KIR

Xidir Eyu bi bîr xist ku bi destpêka gihîştina komên çete ji tixûbên Til Temirê re û dagirkirina gundê Rîhaniyê yê rojavayê navçeyê, dest danîn ser projeya wî û erdên wî yên çandiniyê.

Her wiha tekez kir ku çeteyan jenetor û alavên wî yên çandiniyê, her wiha 125 çiwalên genim û 75 çiwalên bizirên ceh dizîn, berhemên wî yên çandiniyê şewitandin û malên li ser projeyê rûxandin.

Xidir Eyu got wî zêdetirî 60 milyon leyreyên Sûriyê zirar kiriye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din