​​​​​​​'Hovîtiya li jinên Êzidî kirin, nayê vegotin’

Endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan a bajarê Helebê Ranya Cafer got: “Çeteyên DAIŞ'ê sûcên herî hovane li ser jinên Êzidî pêk anîn. Em bang li jinan dikin ku li hemberî sûcên li dijî jinan bibin yek.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên desteka xwe ji Tirkiyê digirin êrişî Şengalê kirin, bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jin û zarok revandin.

Li ser vê mijarê endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan a bajarê Helebê Ranya Cafer ji ANHA'yê re axivî. Raya Cafer berê rêvebira Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bû û sûcên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî jinên Êzidî belge dikir.

Ranya Cafer  êrîşên çeteyên ên DAIŞ'ê ên ku di sala 2014'dan de li ser Şengalê  pêk anî bû wek êrişên hovane pênase kir û got: “DAIŞ’ê sûcên Jenosîdê li ser civaka Êzidî pêk anî. Gundê Koçoyê herî zêde para xwe ji van sûcan wergirt.”

HETA NIHA HOVÎTIYEK WIHA ÇÊNEBÛYE

Endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan diyar kir ku, wê hevdîtin bi gelek jinên Êzidî yên ku ji  destên çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin re, pêk aniye û got: "Jinan hovîtiya DAIŞ’ê vegotin.

Jinek Êzidî ku ji çeteyan hatibû rizgarkirin, diyar kir ku çeteyan kurê wê yê yeksalî û nîv li ber çavê wê kuştin.

Jineke din diyar kir ku komeke çeteyan destê zaroka wê ya 7 salî girêdan û li ber çavê dayîka wê tecawiz kirin. Ji ber ku bedena zarokê biçûk bû, di dema tecawizê de xwîn avêt û jiyana xwe ji dest da.”

DIVÊ JIN HEFGIRTÎ BIN

Ranya destnîşan kir ku qirkirina ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê pêk anî, navê ‘Trajediya Serdemê’ lê hat kirin û wiha got: “Ev qirkirin bi destekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didome. Tişta ku bi ser Êzidiyan hat kirin, nîşaneya vê yekê ye."

Ranya bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan bibîr xist û wiha got: “Rêxistinên mafên mirovan qirkirina ku li ser Êzidiyan pêk tê paşguh dikin, biryarên ku didin tenê li ser kaxezê ye, gotinan dikin lê pêk naînin.”

Endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan a bajarê Helebê di dawiya axaftina xwe de li hemberî sûc û komkujiyên li dijî jinan têne kirin, bang yekitî û hevgirtinê li jinan kir.

ANHA


Mijarên Din