Hozan Mizgîn li Kobanê hate bibîranîn

Endamên Tevgera Mezoptamiya ya Çand û Hunerê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîd Mizgîn bi bîr anîn.

Bi dirûşmeya "Bi giyanê şoreş û hunerê em 11‘ê Gulanê li biratiya gelan pîroz dikin", endamên Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê şehîd Gurbet Aydin (Mizgîn) di salvegera 28'an a şehadeta wê de li goristaina Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Endamên Tevgera Mezopotamyayê gul danîn ser peykarê bîranînê yê li goristanê û deqeyek rêz girtin.

Endamê rêveber ê navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Osman Bekê axivî û got:" Îro salvgera şehadeta hozan Mizgîn e. Ji vi rem banga yekitiya netewî dikin."

ANHA


Mijarên Din