HPC a  Zirganê dexlûdanên şêniyan diparêzin

HPC a bajarokê Zirganê ya kantona Hesekê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewetan dewriye û bendên kontrolê zêde kirin. Di heman demê de bi foca agirkujê re jî dibe alîkar.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) a bajarokê Zirganê ya herêma Serêkaniyê ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re hevkariyê dike. Di demên dawî de ji bo ku rê li ber şewitandina zeviyên çandiniyê ku şaneyên veşartî hewl didin pêk bînin, liv û tevgera xwe zêde kirine.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li bajarokê Zirganê di 2018‘an de bi beşdarbûna bi sedan şêniyan hat avakirin. Erka parastina bajarok girtin ser xwe û wekî hêzekî li kêleka Hêzên Asayîşê, YPG û YPJ‘ê parastinê dikin.

HPC, roleke girîng di paratina xwepêşandan, bone û hemû çalakiyên sivîl de dilîze û bi şev û roj nobeta parastina bajarok dikin. Her komek ji 15 heta 20 endaman pêk tê û nobedariya parastinê dewr digirin.

Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Zerganê beşdarî dewreyên fêrbûna bikaranîna çekan, dewreyên perwerdeyê yên siyasî  li Akademiya Hêzên Parastina Civakî ya kantona Hesekê bûn.

Têkildarî  xebatên demên dawî û armanca zêdekirina dewriyeyan ên Hêzên Parastina Civakî rêveberê navenda Hêzên Parastina Civakî Ferhad Mehmûd Reşo ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Reşo got: “Di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek zeviyên çandiniyê şewat çêbûn. Me erka parastina milkên şêniyan û çavdêriya zeviyan girt ser xwe. Di vê çarçoveyê de me dewriyeyên xwe zêde kirin û bendên nû bi hevkariya Asayîşê ava kirin."

Reşo, diyar kir ku wan komeke ji 4 endaman ava kirin da k udi dema şewatê de bi tîma agirkujê re bibe hevkar. Reşo got: “Di  heman demê de bi komîteyên parastinê yên komînên gundan koordîne kirine da ku dewriyeyan li nêzî zeviyên çandiniyê biavêjin.”

Ferhad Mehmûd Reşo di dawiya axaftina xwe de destnîaşn kir ku armanca wan ew e ku rê li ber şewitandina zeviyan bigirin û milkên şêniyan biparêzin.

‘Armanca me dexlûdanên şêniyan parastine’

Endamên HPC‘ê yê Zirganê Îbrahîm Ehmed Xedban û Meryem Qasim jî destnîşan kirin ku hemleyên wan ên ewlehiyê 24 saetan didomin da ku alîkariyên şêniyan bikin û rê neyê dayîn ku zeviyên wan ji aliyê şaneyên veşartî ve bên şewitandin.

Îbrahîm Ehmed û Meryem bang li şêniyan kirin ku bi hêzên ewlehiyê re bibin hevkar û ewlehiya herêmê biparêzin.

Mihemed Ebdulreham Miewef jî tevlêbûna xwe ya nava Hêzên Parastina Civakî wiha tîne ziman: "Ez tevlê bûn, ji ber ku min karên wan ên mirovî û destekdayîna wan a bi şêniyan re dît."

(bb-bm)

ANHA


Mijarên Din