NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

HPC: Em ê heta dawiyê parastina ewlehiya herêmê bikin

Hêzên Paratina Civakî (HPC) li kêleka aliyên ewlehî û leşkerî di pêkanîna erka parastina ewlehî û istiqrara herêmê xebatên xwe didomîne. Endamekî HPC`ê wiha got: "Tirkiyê bi rêya gefxwarinên xwe armanc dike ku derbeyê li ewlehiya herêmê bixe. Em ê jî heta dawiyê parastina ewlehiya herêmê bikin."

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ked û hêza xwe di nava refên QSD’ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) de parastina herêmên xwe dikin.

Tevî nakokiyên ku li herêmê rû didin û aloziya ku ji sala 2011’an ve li Sûriyê tê jiyîn, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî bi ewle ne. Ew jî bi saya ked û xebata şêniyên herêmê ku parastina axa xwe dikin û rêvedibin, e.

Li bajarê Girê Spî, tevî gefxwarinên Tirkiyê û zêdekirina leşkerên xwe li ser sînor, şêniyên bajêr di nav refên HPC`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê de, parastina ewlehî û istiqrara bajarê xwe dikin.

HPC, ku bingeha wê ji şêniyên bajarê Girê Spî ye, rojan e di pêkanîna erka xwe di parastina welêt de didome. Endamên wê derdikevin dewriyan û bendên kontorlê datînin.

Endamên van hêzan dibêjin ku armanca Tirkiyê ji gefxwarinan û zêdekirina leşkerên xwe li ser sînor ew e ku derbeyê li ewlehî, istiqrar û jiyana hevbeş a li herêmê bixe. Şêniyan tekez kir ku ew ê parastina herêmên xwe bikin, weke çawa DAIŞ têk birin.

Koko Ekmekciyan şêniyê ji bajarê Girê Spî ye ji pêkhateya Ermen e. Ekmekciyan ê endamê HPC`ê wiha got: “Em wek şênî û pêkhateyên Girê Spî parastina bajar û şêniyan dikin. Em bi rêya danîna bendên kontrolê di hundirê bajêr û derdora wê û derketina dewreyan di nav bajêr de, bajarê xwe diparêzin."

Koko Ekmekciyan diyar kir ku Tirkiye bi rêya gefxwarinên xwe armanc dike ku projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.

Mihemed Hesen endamekî din ê HPC`ê ji pêkhateya Ereb û şêniyê bajarê Girê Spî ye. Hesen da zanîn ku karê wan ji bo parastina bajar ji gefan e.

Hesen wiha domand: "Em di ewlehiyê de dijîn. Tirkiye hewl dide derbeyê li ewlehiya herêmên me bixe û leşkerên xwe li ser sinorê Girê Spî zêde dike.”

Mihemed Hesen nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê kir û wiha got: “Em ê parastina herêmên xwe ji hemû êrîşan bikin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din