HPC-Jin di parastina ewlehiyê de bi roleke pêşeng radibe

Endamên HPC-Jin a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji destpêka hatiye damezirandin ve 4 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine. Hejmarek jin bi dilxwazî cihê xwe di parastina taxê de digirin.

HENAN MIHEMED / HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî roleke pêşeng di parastina taxê de dilîzin û piraniya dema xwe li ser bendên kontrolê derbas dikin da ku ewlehiya li taxê dewam bike.

25‘ê Hezîrana 2015‘an bi tevlêbûna 60 jinan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi navê "Gulê Selmo" tabûrek hate avakirin.

Endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî bi hevkariya Hêzên Asayîşê erka parastin, ewlehî û kontrolkirina bendan pêk tînin. Li tevahî deverên taxê 22 nuqteyên sabît hene. Endamên HPC-Jin cihê xwe li van nuqteyên kontrolê girtine.

Li aliyekî din jî endamên HPC-Jin ji saet 07.00’an heya 22:00’an dewriyeyan dimeşin û rewşa taxê kontrol dikin.

Hemû endamên HPC-Jin dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî li ser girîngiya perwerde, dîroka jinan û rêgezên parastinê dibînin û ji destpêka damezirandinê heya niha 4 dewreyên perwerdeya leşkerî yên bikaranîna çekan ji jinên taxê re vekirine.

Li gel tabûra Gulê Selmo ya HPC-Jin 35 jinên ciwan ên taxê ji temenê 19 heya 70 saliyê piştî perwerde dîtin, bi dilxwazî komîngehên jinan diparêzin.

Rêvebera HPC-Jin Asya Henan wiha got: "Ji destpêka êrîşên li ser taxê ve wek jin me erka parastina taxê girt ser xwe û xwe di nava HPC‘ê de bi rêxistin kir."

Endama Hêzên Parastina Civakî Fikret Mustefa teqez kir ku ew ê parastina ewlehiya taxê dewam bikin û wiha axivî: "Ji sala 2015‘an ve em parastina taxê dikin û me li rex şervanên YPG û YPJ‘ê şênî ji êrîşan parastin."

Kurdistan Elîko ku bi dilxwazî parastinê dike, wiha got: "Wek jin em li kêleka HPC-Jin parastinê dikin da ku nehêlin tevlihevî li taxê çêbe, ji ber ev erka me ya parastina ewlehiya taxê bikin."

ANHA


Mijarên Din