HPC parastina ewlehî û tenduristiya şêniyên Eyn Îsayê dike

Li navçeya Eyn Îsayê, HPC ji bo parastina tenduristiyê, hişyarkirina gel û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bê navber li ser karê xwe ye. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina tenduristiyê wekî tedbîreke pêşîlêgirtina belavbûna Koronavirusê (Covid-19) 23`yê Adarê qedexeya derketina derve ragihand. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Hawarî û Trafîkê jî ji bo parastina tenduristiya gel ketine nava tevgerê. Her wiha Hêzên Parastina Civakî (HPC) parastina ewlehî û tenduristiya gel dikin.

Piştî ragihandina qedexeya derketine derve, şêniyên Eyn Îsayê dikanên xwe girtin û di malên xwe de dimînin. Li navçeyê tenê nexweşxane, şaredarî, dermanxane û çend dikanên pêdiviyên jiyanî vekirî ne. Di çarçoveya tedbîrên ji bo xweparastina ji Koronavîrusê de, şaredariyê navçe dezenfekte kir. Her wiha belavokên der barê girîngiya parastina laş ji Koronavîrusê de, li şêniyan hatin belavkirin.

TEDBÎR JI BO GEL IN’

Li kêleka yekîneyên ewlehiyê yên li navçeya Eyn Îsayê, HPC ji bo parastinê 24 saetan li kolanan e, her wiha ji bo parastina tenduristiya gel dewriyeyan digerîne û xelkê hişyar dike. Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê jî, endamên HPC`ê lepik û maskên tenduristiyê bi kar tînin.

Endamê HPC`ê Ehmed Kenco îşaret bi erkên xwe yên parastinê kir û wiha got: “Em ji bo parastin û hişyarkirina gel bi erkên xwe radibin, ji ber ku em hêzên parastina gelê xwe ne. Da ku ev nexweşî di nava gel de belav nebe, em rojane li kolanan in. Em wan hişyar dikin, lê belê ger hin kes biryaran binpê bikin, em wan radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin. Bi taybetî erebeyên di kolanan de tev digerin, ji aliyê hêzên me ve tên rawestandin û hişyarkirin. Ev tedbîr ji bo gelê me ne, divê ji malên xwe dernekevin.”

DIVÊ GELÊ ME LI HEMBERÎ KORONAVÎRUSÊ ŞIYAR BE’

Ismaîl El-Hesen ku endamê HPC`ê ye, diyar kir ku ji bo parastina gel ji êrişan, hem jî ji bo parastina tenduristiya gel, ew 24 saetan dewriyeyan digerînin û wiha dewam kir: “Em ji bo gelê xwe di nava tevgerê de ne. Ev şewb li seranserê cîhanê belav bûye û da ku li herêmên me belav nebe, divê gel şiyar be. Heta niha gel hevkariya me dike û em bi vê yekê kêfxweş in. Piştî guhertina dewriyeyê, em vedigerin malên xwe û em jî wekî şêniyan ji malê dernakevin. Wekî tedbîrên şexsî jî em lepik û maskên tenduristiyê bi kar tînin û em xwe pir nêzî gel nakin.”

ANHA


Mijarên Din