HPC parastina welat dike

HPC anku Hêza Parastina Civakî parastina bajarên xwe dike û êrişên ku ewlehiya herêmê dikin armanc, disekinin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiya li ser herêmên xwe dizanin, isbata vê yekê jî teqîn û êrişên şaneyên razayî yê DAIŞ`ê ku li dijî herêmê pêk hatin.

Dewleta Tirk a ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ji bo ewlehiya herêmê têk bibe şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê bikar tîne. Dewleta Tirk piştgiriya şaneyên DAIŞ`ê dike, rasterast piştgiriya komên  çeteyan dike û wan li dijî herêmê bi kar tîne. Li gel vê yekê dewleta Tirk rasterast destwerdana herêmê dike û bi tevaya hêza xwe êrişî herêmê dike.

Li ser vî esasî pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê bi parastinê heye û gelên herêmê teqeziya parastina xakê kirin.

Tevî ku hêzên leşkerî û ewlekarî yên wekî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn(ASAYÎŞ) bi erka parastina herêmê radibin, lê dîsa jî hêzeke sivîl ku ji şêniyên herêmê pêk tê hate avakirin û wekî hêzeke aktîf parastina ewlehiya hundirîn a herêmê dikin.

Ev hêz, Hêzên Parastina Civakî (HPC) ne ku li ser esasê rêgeza projeya Neteweya Demokratîk hate avakirin û Şoreşa Rojava di qadên jiyanê de xwe dispêrin HPC`ê.

Erka parastina herêmê li ser bingeha ku nabe mirov xwe pispêre hêzên derve,  divê gel bi xwe parastina xwe bike û ev jî erka her kesî ye, tê esas girtin.

Li Kobanê tevî ku hêzên leşkerî û ewlekariyê, her şev bi sedan şêniyên Kobanê bi çekên xwe dadikevin kolanan û parastina ewlehiya bajêrê xwe dikin.

Şêniyên bajarê Kobanê xeteriya li dijî herêmê, nexasim gefên hebûna şêniyan dikin armanc dizanin. Lewma bi rêya komînan komîteyên parastinê cihê xwe tê de digirin, nobetdariya parastina taxên bajêr rêxistin dikin û bi vî awayî şêniyên taxan parastina bajarê xwe dikin.

Erka parastina bajêr hem jin hem mêr pê radibin, li vir beşek van hêzan heye ku jinan birêxistin dike û beşeke din jî mêran birêxistin dike.

Muna Silêman(38)ji bajarê Kobanê ye û dema nobetdariya bi şevê dikir, nûçegihanê me hevdîtin pê re çêkir.Muna wiha got: “Ez ji bo parastinê derketime û ev erka me ye.”

Elbet bahewaya zivistan û havînan bandorê endaman dike, lê ji ber armanc parastina welat e hemû zor û zehmetiyan naxin rojeva xwe.

Muna jî di heftiyekê de 2 car an 3 caran nobetdariyê dike. Muna li kêleka bi dehan hevalên xwe yên ku di nava bajêr de ne rewşê dişopînin.

Muna parastina xakê wekî parastina şerefê dinirxîne û dibêje: “Heta ku gefên li ser herêmê bi dawî bibin û ewlehî mîsoger bibe em ê bi erka xwe rabin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din