HPC'ê ya Hesekê berxwedana Heftenînê silav kir

Li bajarê Hesekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşeke girseyî hate lidarxistin, di meşê de berxwedana Heftenînê hate silavkirin û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Bi diruşmeya "Faşîzma Tirkiyê li ser ewlehiya cîhanê xeter e, bi hev re em li dijî terorê bisekinin'', Hêzên Parastina Civakê (HPC) li Hesekê xwepêşandaneke organîze kir. Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya parka Rêber Apo ya taxa Kelasê dest pê. Di xwepêşandanê de alên HPC û pankartên "Ji Ocalan re azadî", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin vekirin û dirşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk hatin berzkirin.

Xwepêşand li çerxerêya Cûdî rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim axivî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve xêrê ji pêkhateyên herêmê re naxwaze, rêxistinên terorîst bi kar anîn da ku projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe."

Muslim destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êriş û dagikiriyê ew e ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî derxîne dewletên derdorê, bi saya berxwedana mezin dê dagirkeriya Tirk têk biçe.

Mîtîng bi diruşmeya silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din