HPG'ê 2 gerîlayên xwe yên şehîd bi bîr anîn

HPG'ê bi daxuyaniyekê 2 gerîlayên ku li navçeya Karaz a Amedê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 gerîlayên şehîd eşkere kirin. HPG’ê her du şehîd bi bîr anîn û soza şopandina doza wan da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“11’ê Çileya 2019’an li bejahiya navçeya Karaz a Amedê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de ku gelek leşker tê de hatin kuştin û birîndar bûn, 2 hevrêyên me bi lehengî şer kir û şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Zîlan Tolhildan
Nav û paşnav: Suzan Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Hatun – Husnu
Cih û dîroka şehadetê: 11 Çile 2019 / Amed

***

Nasnav: Zinarîn Berxwedan
Nav û paşnav: Hacîre Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik û bav: Habîbe – Enver
Cih û dîroka şehadetê: 11 Çile 2019 / Amed

Hevrêya me Zîlan Tolhildan, sala 1986’an li Amedê hatiye dinê. Bi şahidiya dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana tevgera azadiyê, di nav çand û malbateke welatparêz de mezin bûye. Lewre hevrê Zîlan hê zû hêrs û kîna dijmin di dilê xwe de mezin kiriye û wisa tev li tevgera azadiya Kurdistanê bûye.  Hevrê Zîlan sala 2005’an tev li nava refên gerîla bû, her tim bi kesayetiya xwe ya dilnizm hatine nasîn û hezkirin. Li ser vî hîmî tev li kar û xebatên şoreşê bûye, erk û berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih anîne.

Hevrê Zîlan a bi bîrdoziya rêber Apo kûr bûyî, xwe di xeta azadiya jinan de kûr û serwer kiriye û bûye gerîlayeke kemilî. Hevrê Zîlan, heta kêliya şehadeta xwe jî bûye têkoşereke mînak a rêber Apo û bi sekna xwe ya fedaî, heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gel û welatê xwe bi lehengî şer kiriye.

Hevrê Zinarîn Berxwedan, li navçeya Hezo ya Êlihê, li nav malbateke welatperwer hatiye dinê. Hê di temênê xwe yê ciwan de li hemberî polîtîkayên dijmin ên tunekirin û asîmîlasyonê bûye xwedî hêrs û kîneke mezin, sala 2016’an ji bo tolhildana ji dijmin tev li nava refên gerîlayên azadiyê dibe. Hevrê Zinarîn ku hest û hêviyên azadiya gelê Kurd di dilê xwe de mezin kir, bi baweriyeke mezin tev li têkoşînê bûye. Hevrê Zinarîn, bi perwerdeya ku li çiyê girtî, bûye şervan û têkoşereke kemilî ya jina azad û welatê azad. Bi van hestan ango bi dirûşmeya Kurdistana azad û Rêbertiya azad bûye xwedî kedeke bêhempa.

Em, her du hevrêyên xwe yên têkoşer ên xwedî têgihîştina ku azadî bi berdêlên giran pêkan e û ji bo vê jî her tim bûne xwedî sekneke fedaî, bi bîr tînin; di serî de ji malbatên xwe yên welatparêz malbatên Çelîk û Yilmaz  re, ji hemû malbatên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng, armanca wan pêk bînin.”


Mijarên Din