HPG: 3 hevrêyên me şehîd bûn

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da. HPG’ê ragihand ku 3 gerîla di bombebaranê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bomberankirin û di bombebaranê de 3 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê  wiha ye:

“Roja 26’ê Gulanê saet di 06:45’an de balafirên şer bombe li herêma Golka ya herêma Metînayê barandin.

Balafirên şer roja 28’ê Gulanê jî saet di 05:00’an de bombe li Girê Şehîd Sarya û saet di 22:30’an de derdora çemê Lolan û neqeba Şêxzade barandin.

Saet di 09.00’an de bombe li Gundê Filleha yê herêma Zê barandin.

Saet di 19:00’an de bombe li Girê Kartal ê herêma Avaşînê barandin.

Dîsan roja 29’ê Gulanê balafirên şer saet di 06:30’an de bombe li herêma Gundê Filleha û Girê Cehennem ê herêma Zê barandin.

Di encama bombebarana artêşa TC’ê ya dagirker de li herêma Qendîlê 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevalên me yên şehîd dê piştre ji raya giştî re werin parvekirin.”


Mijarên Din