HPG'ê 6 gerîlayên xwe bi bîr anîn

HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên ku par li Avaşîn û Çarçelayê şehîd bûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di 1'ê Îlonê û 17'ê Hezîrana 2018'an de 6 gerîlayên wan li Avaşîn û Çarçelayê şehîd bûne.

HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin:

"Gelê Kurdistanê gelek e ku di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, dagirkerî û bênasnamehiştinê li ber xwe daye. Li dijî hêzên dijmin ên ku dixwest wan tune bikin, di her serdemekê de tê koşiyaye. Bi saya lehengên ku ji nava xwe derxistiye, hebûna xwe parastiye. Lê belê bi PKK'ê re li Kurdistanê pênaseya lehengiyê, canbexşandinê û qehremaniyê ji nû ve hatiye kirin û nifşekî nû yê milîtan afiriye ku rê nade dijmin.

Hevrêyên me Bawer (Mazlûm Oznûr), Rojda (Seda Endakçi), Serfiraz (Osman Çîtak), Dilgeş (Abdulvahap Oguz), Mervan (Mesût Olgun) û Zîlan (Fatma Taş) ji nûnerên vî nifşê nû ne. Em van hevrêyên xwe bi bîr tînin.

Hevalên me Bawer, Rojda û Serfiraz, 1'ê Îlona 2018'an li qada Çarçelayê ku dijminê mêtinger ji bo dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê mayînde bike sefer pêk anî, di şerê ji ber operasyonê de bi lehengî şer kir û tev li karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Dilgeş, Mervan û Zîlan jî, 17'ê Hezîrana 2018'an ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê tev li karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Bawer, Rojda, Serfiraz, Dilgeş, Mervan û Zîlan bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketinê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ji bo me hemûyan bûn mînak. Di şexsê van hevrêyên xwe de em şehîdên leheng bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Her yek ji van hevrêyên me ku ji bo bidawîbûna dîlgirtina rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê tev li têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî, fedakarî, sekna xwe ya qewîn û daxwaza têkoşîna li refên herî pêş, wezîfeyên xwe yên serdemê bi cih anîn. Ev hevrêyên me yên hêja ku dixwest di îdeolojiya jiyana azad a rêber Apo de xwe şareza bikin û di asta herî bilind de ji bo vê yekê hewl dan, berpirsyariyên girîng ji me re hiştine. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku tevgereke tolhildanê ye, wê tola van hevrêyên me yên hêja hilîne û hesabê hemû şehîdan bipirse.

Li ser vê bingehê, di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi ser bixin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.”

Nasnameyên gerîlayan:

*****

Nasnav: Bawer Serhat
Nav û paşnav: Mazlum Oznûr
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Navê dayikê: Benîce
Navê bav: Mûhîttîn
Cih û demê şehadetê: Çarçela / 1’ê Îlona 2018’an

*****

Nasnav: Rojda Serhildan
Nav û paşnav: Seda Endakçi
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Nûrcan
Navê bav: Emîn
Cih û demê şehadetê: Çarçela / 1’ê Îlona 2018’an

*****

Nasnav:  Serfîraz Amed
Nav û paşnav: Osman Çîtak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Kadriye
Navê bav: Omer
Cih û dîroka şehadetê: Çarçela / 1’ê Îlona 2018’an

*****

Nasnav:  Dilgeş Koçer
Nav û paşnav: Abdulvahap Ogûz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Omer
Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’an

*****

Nasnav: Mervan Xwînrej
Nav û paşnav: Mesût Olgûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Mevlîde
Navê bav: Ridvan
Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’an

*****

Nasnav: Zîlan Guven
Nav û paşnav: Fatma Taş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayikê: Azîze
Navê bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’a


Mijarên Din