​​​​​​​HPG: 7 dagirker hatine cezakirin, du çeper û dronek hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 7 dagirker hatine cezakirin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku li ser mîrateya Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku hevrê Egîd bi biryardariyeke îradeya mezin û ber bi serfiraziyê ve dimeşiya pêk anîbû, li hemberî artêşa Tirk a dagirker şerekî mezin dike. Hêzên me taktîkên şer ên serdema nû di nava hev de bi kar tîne û bi cesaretekî bilind, ruhê fedaî yê Apoyî û tarza encamgirt derbê li dagirkeran dixe.

Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger de yên ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de hatine lidarxistin, 7 dagirker hatine cezakirin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 hatine îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê ya 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 19 caran bi balefirên şer, 15 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank û obusan bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ye;

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 11’ê Tebaxê saet 05:30’î li ser çeperên şer ên Qada Berxwedana Çemço’yê dronên keşfê geriyaye. Tîmên me yên bi tevger li dronekê dane û ew xistine xwarê. Drona keşfê ya hat xistin ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

11ê Tebaxê saet 12:10’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xistin; çepereke A-4 û çekeke A-4 a di hundirê wê de hate rûxandin.

11ê Tebaxê saet 16.00’an wesayîta kepçeyê ya ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn rêya leşkerî ji bo dagirkirinê çêbike, ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man karê bi kepçeyê rawestînin.

Roja 11’ê Tebaxê saet 00:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemço ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çalakiyên gerîla yên koordîne û taktîkên çekên giran li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 11’ê Tebaxê saet 22:40’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên nîvotomatîk li dijî qereqola Kanî Masî ya li Metîna çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û pergaleke kameraya mobese jî hate rûxandin.

Di 11’ê Tebaxê saet 18:20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Dagirkeran dema ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî bombebaran bikin, hêzên me li wan dan. Piştî vê mudaxeleyê, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

3. Êroşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 11’ê Tebaxê de tunelên şer ên Qada Berxwedanê yên Werxelê û Çemço 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

4. Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi tank, obus, çekên giran, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 11 û 12’ê Tebaxê de li Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM û Qadên Berxwedanê balafirên keşfê geriyan.

Di 28’ê Tîrmehê de qada Geliyê Avaşîn 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 11’ê Tebaxê de qadên Gundê Gûzê, Girê Zengil, Dola Mêranê, Gundê Bêbadê û Deşta Kafya yên Garê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 11 û 12’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Amediyê, Saca û Sîda 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 11’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 15 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 11’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Şikefta Birîndara bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.


Mijarên Din