HPG: Dewleta Tirk dest bi êrîşên nû kiriye

HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn û bi rêk û pêk bombeyan li qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dibarîne û dest bi êrîşên nû kiriye û diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê li dijî dagirkeran li ber xwe bide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrîşên dewleta Tirk ên dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên li Kurdistanê dest bi êrîşên nû kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ev zîhniyeta ku bi rengekî hovane êrîşî gelê me û nirxên gelê me dike, hewl dide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya teknîkî bi zanebûn bombeyan li qadên mirovên me yên sivîl dibarîne. Yek ji van êrîşan 12'ê Hezîranê li navçeya Amediyê ya Duhokê hate kirin ku bombe li gelek qadên sivîl hate barandin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer saet 13:30'î bombe li wesayiteke sivîlên li gundê Guherze, êvarê l idu wesayitên sivîl ên li gundê Sergele, malek li gundê Derê, stasyoneke petrolê ya gelê sivîl a navbera Sulawe û Amediyê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hin welatiyên me yên sivîl birîndar bûn.

Êrîşên ku bi piştgiriya balafirên bê mirov hatin kirin bi giranî mirovên me yên sivîl yekser kirin hedef. Dewleta TC a dagirker ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, ji bo nehêle ku gelê herêmê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û çavê gel bitirsîne, van êrîşan dike. Êrîşên ku bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin bêguman beşek ji plana dagirkeriyê ye.

Bi van êrîşan em careke din dibînin ku ji bilî mirin û hilweşandinê dewleta TC a mêtinger tiştekî din ji bo Kurdan rewa nabîne û ji bo van êrîşên xwe jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike hincet. Ev zîhniyeta ku berê jî gelek mirovên me yên sivîl qetil kir, vê êrîşê weke ku li dijî gerîla ye nîşan dide. Li deverên ku qala wan tê kirin ti hewldan û tevgereke gerîlayên me nîne. Bombekirina benzînxaneyê û rêyên bingehîn gelo ne êrîşeke bi zanebûn e? Ev zîhniyeta ku qadeke bi sedan wesayit jê derbas dibe bombe dike, bi polîtîkaya tirsandinê dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê bitirsîne.

Êrîşên tên kirin careke din nîşanî me didin ku dewleta TC a dagirker bi zanebûn êrîşî gelê me dike û bi derewan hewl dide zîhniyeta xwe ya kujer binixumîne.

Tevî ku li devera hate bombekirin gerîlayên me nîne, artêşa TC a dagirker bi balafirên keşfê bi zanebûn bombe li herêmê barand. Li hemberî van êrîşên ku li dijî gelê Başûrê Kurdistanê tên kirin divê gelê Kurd li her devera lê ye li ber xwe bide û li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne. Armanca dewleta TC a dagirker qirkirina Kurdên azad e. Li dijî van êrîşan divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrîşkariyê têbikoşin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê li dijî dagirkeran ji bo azadiya gelê me têbikoşin û planên dagirkeriyê têk bibin. Ji bo mirovên me yên ji ber van êrîşan birîndar bûne em daxwaza şîfa xêrê dikin."


Mijarên Din