HPG: Di çalakiya fedayî de 30 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê daxuyand ku li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker gerîlaya wan Sema Koçer çalakiyeke fedayî li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlak ê bajarê Agiriyê pêk aniye û di çalakiyê de herî kêm 30 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlaya wan Sema Koçer li dijî artêşa Tirk a li ber lûleya gaza xwezayî ya li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê ya Agiriyê yê di navbera Tirkiye û Îranê de çalakiya fedayî kiriye û di çalakiyê de zêdetirî 30 leşker hatine kuştin û her wiha 5 erebeyên zirxî jî îmha bûne.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, 31'ê Adarê saet di 05:00’an de hevrêya me Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê li dijî artêşa TC a dagirker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir. Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayitên zirxî de çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin hemû teqandin û îmha kirin. Di encama teqînê de her pênc wesayît bi temamî îmha bûn, zêdetirî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Sema Koçer a ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû, wiha ne:

 

Nasnav: Sema Koçer
Nav paşnav: Rewşen Aşkara
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Kûdret-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 31 Adar 2020 / Agirî

Hevrêya me Sema Koçer di sala 1995'an de li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Di sala 2014'an de tev li nava refên gerîla bû ku wek afirînerên jiyanê didît. Bi fedakariyeke mezin li Bakurê Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û dixwest lê kar bike, dest bi têkoşînê kir.

Hevrê Sema di nava jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bibiryar û wêrek, her wiha bi hezkirina ji hevrêyan cihê xwe di dilan de girt. Her kêliya jiyana xwe bi hilanîna tola ji zilm û komkujiya li gelê Kurd tê kirin, jiya. Hevrê Sema ku jiyana xwe kir gorî gelê Kurdistanê, ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û polîtîk ve xwe kir milîtaneke şoreşger a şareza û di hemû wezîfeyên giran de jî bû hêza çareseriyê. Gelek wezîfeyên stratejîk bi rengekî serkeftî bi cih anîn.

Hevala Sema bi coş û kêfxweşiya afirandina jiyan û têkoşînê li çiyayên Kurdistanê jiya, bi dilsoziya kûr a hevrêtiyê bû sembola ked û fedakariyê. Her kêliya milîtaniyê bi ruhê fedayî jiya û di nava her şert û mercî de li dijî dijmin şer kir, ji bo azadiya Kurdistanê bi têgihîştineke bilind derbeke mezin li dijmin xist.

Hevrêya me Sema bi çalakiya xwe ya fedayî tev li karwanê şehîdên nemir bû. Di serî de malbata wê ya hêja, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wê ya têkoşînê bi ser bixin."


Mijarên Din