​​​​​​​HPG: Ermenistanê 2 hevreyên me teslîmî Tirkiyeyê kirin

HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan Leheng û Alîşer ji aliyê Ermenistanê teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin û got, " Medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

ʹʹDi Tebaxa 2021’an de hevalên me Leheng û Alîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine. Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine destgîrkirin û girtin. Derbarê hevalê me de doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23’ê Sibata 2022’an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê der barê wan de biryara berdanê daye. Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin.

Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Alîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê teslîmî dewleta Tirk hatine kirin.

Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê him qanûnên navneteweyî û him jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye. Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û pêkanîya azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me teslîmî dewleta Tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e. Bi vî awayî her du hevalên me ketine destê dewleta Tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye.

Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Îlona 2022’an de me diyar kiribû kesên bi navê Hatîp û Arîa piştî ku îxanet li tevgera me kirine, ketine destê dewleta Iraqê û ji ber berjewendiyan ev kes teslîmî dewleta Tirk hatine kirin. MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bi dest bixe, derfetên dewleta Tirk pêşkêşî hêzên cihê dikin û li hemberî tevgera me dixwazin hin encaman bi dest bixin û vî tiştî wekî serkeftina xwe nîşan bidin. Gelekî eşkere ye ku ev çîrokên serkeftinê bi senaryoyên sixte li ser maseyan tên amadekirin, ne rast in. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi van derewên MÎT’ê bizanibin.”


Mijarên Din