HPG: Gerîla li Şemzînanê li wesayîteke zirxî da

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li wesayîteke leşkerî ya zirxî daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 2’yê Tebaxê saet 14:30’î li dijî wesayîteke leşkerî ya dagirkeran ku ji Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi gunêd Bezenoyê ve diçû çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li wesayîtê hate dayîn, wesayît derbe xwar, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zanîn.

2`yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Esendere ya Gever a Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kiriye. Her ku agahiyên din ên li ser operasyona ku hê jî dewam dike hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

3`yê Tebaxê di saetên sibê de artêşa TC a dagirker gundê Dirê û Geliyê Basya ya girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel devera Geliyê Hesenan bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de daristanên li qadê şewitî û şewat hê jî didome.”


Mijarên Din