HPG’ê helîkoptereke artêşa Tirk xist xwarê

Gerîlayên HPG’ê di 1’ê Gulanê de li navçeya Başan a Îdirê derb li 2 helîkopterên Atak ên şer ên artêşa Tirk a dagirker xistibûn. Hate zanîn ku ji wan helîkpterna yek ketiye xwarê û her du pîlotên wê mirine.

Gerîlayên HPG/YJA Starê 1'ê Gulanê li navçeya Başan a Îdirê li ser rêya Qereqola Aydinlarê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîbûn. Di çalakiyê de 5 leşker hatibûn kuştin û derb li 2 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Atak hatibûn xistin.

Çavkaniyên xwecih ragihand ku yek ji helîkopterên derb xwarin, demeke kurt piştî ku ji herêmê dûr ket, kete xwarê û îmha bû. Hate ragihandin ku 2 pîlotên di helîkopterê de mirine.


Mijarên Din