HPG: Li Çelê 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. HPG’ê got di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 28’ê Tebaxê saet di 12:30’an de li dijî wesayîta leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker li ser rêya di navbera Girê Şehîd Gulbaha û Şehîd Zekiye yên navçeya Çelê ya Colemêrgê de çalakiyek li dar xist. Bi serkeftî li wesayîta dijmin hate xistin, wesayît hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi top û hewanan herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Yekîneya me ya çalakî li dar xist, bi silametî gihîşte baregeha xwe.

Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 û 14:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li derdora gundê Siyanê, Guzê û Şêranê yên herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye lê li herêmê şewat derket.”


Mijarên Din