HPG’ê li dijî qereqoleke artêşa Tirk çalakiyeke hewayî li dar xist

HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal ji hewa ve li qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniyê de got:

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de di 8’ê Nîsanê de danê nîvro bi wesayîtên hewayî li qereqola Girê ya li Çelêya Colemêrgê dane. Bi wesayîtên hewayî li dagirkerên li vê derê û li hedefan hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kirine.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 14.00’an de derdora gundê Bêbadê ya herêma Garê hatiye bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 15.15’an de qada Karker a Zapê hatiye bomberdûmankirin.

Di 9’ê Nîsanê de qada Tepê Ortê ya Metîna hatiye bomberdûmankirin.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”


Mijarên Din