HPG: Li Heftanînê herî kêm 20 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Heftanînê li dijî tevgera dagirkeriyê çalakî lidarxist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 20 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Heftanîn li dijî tevgera dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

 “Hêzên me roja 25’ê Tebaxê li dijî tevgera dagirkeriyê ya ku 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirîbû, li Girê Partîzan darbeyek dîrokî li artêşa TC’ê ya dagirker da. Li dijî vê tevgera dagirkeriyê ya dewleta TC’ê ya qirker û faşîst pêşxistî berxwedanek mezin tê raber kirin. Hêzên me bi tevgera gerîla ya dema nû herêmê diparêzin û destûr nadin pêşveçûna dijmin. Di vê çarçoweyê de;

Li Heftanînê 20 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di daxuyaniya xwe ya roja 25’ê Tebaxê (Duh) de me ragihandinbû artêşa TC’ê ya dagirker leşker danîn Girê Partîzan û dixwaze li herêmê bicih bibe. Hêzên me roja 25’ê Tebaxê saet 11:00’an yekîneya dijmin bi temamî xiste bin kontrola xwe û li dijî vê yekîneyê çalakî lidar xist. Hêzên me dor li yekîneya dijmin girt, ji sê baskan ve bi xurtî li wan da û dijmin têk birin. Di şerê nêzî saetekê domkirî de û di çalakiyan de heta niha li gorî agahiyên bidestketine herî kêm 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Agahiyên têkildarî çalakiyên li herêmê hatin kirin de ku agahiyên werin bidestixstin wê bi raya giştî re werin parve kirin.

Artêşa Tirk himberî performans û taktîka pêşketî ya gerîla têk diçe

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer heta derengiya şevê herêma Girê Partîzan bombebaran kir. Hêzên dagirker bi vê darbeya giran re tevgera xwe rawestanidne û ti pêşketinek ya wan nîne. Bi taybet dewleta TC’ê ya faşîst bikaranîna tekonolojiya serdema dawî li beramberî performan û taktîkên pêşketî yên gerîla têk diçin

Balafiran bombe li herêmên Qesrokê û bektorya barandin

Roja 23’ê Tebaxê saet 22:00’an balafirên şer herêma Qeserokê, roja 24’ê Tebaxê saet 01:00’an jî herêma Bektorya bombebaran kirin. Di bombeberana li dijî herêma Bekorya de hevrêyekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  di daxuyaniyek din jî de diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018'an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Artêşa TC a dagirker di 14'ê Kanûna 2018'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama êrîşê de hevrêyê me yê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Bager Nûjiyan wiha ne:

Nasnav: Bager Nûjiyan

Nav paşnav: Michael Panser

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dayik-Bav: Bettina-Hans Ulrich

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Kanûna 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ji Zapatîstayan heta HPG'ê pêşengekî sosyalîst

Hevrê Bager Nûjiyan sala 1988'an li Elmanyayê ji dayik bû û li wê deverê mezin bû. Hevrê Bager di nava malbateke ji kevneşopiya sosyalîst mezin bû û bi hişmendiya xwe ya sosyalîst kete nava lêgerîna li rastiyê. Hevrê Bager baş zanîbû ku jiyaneke bi wate bi têkoşîneke rast dibe. Bi vê têgihiştinê ji Elmanyayê heta Meksîka, Kolombiya, Venezûela û Nîkaragûayê bû xwedî rabirdûyeke têkoşînê. Hevrê Bager ku kesekî enternasyonalîst bû bi gerîlayên Zapatîsta re têkoşiya û bû pêşengekî rasteqîn ê sosyalîzmê. Hevrê Bager di lêgerîna xwe ya felsefîk û îdeolojîk de felsefeya Rêber Apo nas kir, bi xwendina parêznameya Rêbertî re ji bo têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd di sala 2017'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Bi taybetî piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî Kurdistanê kir, bêteredût berê xwe da Kurdistanê.

Di demeke kurt de xweş hînî kurdî bû

Hevrê Bager bi kelecaneke mezin xwe di felsefeya Rêbertî de şareza kir û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Hevrê Bager ji aliyekî ve hewl da nêrîna xwe ya enternasyonalîst di hîmên qewîn de xurt bike, li aliyê din xwe di gerîlatî, ziman, çand û hunerê de bi pêş ve bir. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi moral, dilnizm û bi biryar re hêz da hevrêyên xwe hemûyan, di demeke kurt de bi qasî ku xweş bixwîne û binivîsîne hînî Kurdî bû û bû milîtanekî bi mînak.

Mîna hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr, Andrea Wolf (Ronahî), Uta Schneiderbagner (Nûdem), Jacob Riemer (Şiyar), Sarah Handelmann (Sara) û gelek cangoriyên me yên enternasyonalîst hevrê Bager beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bû mînakek ji piştevaniya gelan û bi nirxên ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de afirandî bû xwedî cihekî taybet.

Malbata hêja ya Panser çiqasî bi hevrê Bager Nûjiyan serbilind be hêja ye. Em sersaxiyê ji malbata Panser a hêja re dixwazin û di şexsê hevrê Bager Nûjiyan de şehîdên xwe yên enternasyonalîst ên di nava refên têkoşîna azadiyê de tevlî karwanê şehîdan bûn careke din bi bîr tînin û soz didin, ku em ê nirxên şehîdên xwe bigihînin asta serketinê."


Mijarên Din