HPG’ê li Qilebanê lê da: Leşkerek hate kuştin, 3 jî birîndar bûn

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qilebanê li hember leşkerên artêşa Tirk çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di çalakiya gerîla ya li navçeya Qilebanê ya Şirnexê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.Her wiha li navçeya Çelê ya Culemêrgê jî çalakiyek li hember leşkerên Tirk pêk hatiye lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye tespîtkirin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de hêzên wan tu windahî nedane. 

Daxuyanî wiha ye:

"9'ê Nîsanê saet di 07:00’an de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Qilebanê ya Şirnexê li qadên Geliyê Cinna, Girê Mêş û Girê Rijde yên herêma Kela Memê bi desteka firokeyên bêmirov û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kir. Hêzên me heman rojê saet di 13:00'an de li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Girê Mêş çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker heman rojê saet di 18:00'an de bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya. Hêzên me tu windahî nedan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 8'ê Nîsanê saet di 16:30'an de li navçeya Çelê ya Culemêrgê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Xeregolê çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gund hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hewan avêtin derdorê.

Bombebarana balafirên şer

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de;

10'ê Nîsanê saet 06:00 qada Aris Faris a herêma Avaşînê û qada Sîda ya herêma Zapê hatin bombekirin.

9'ê Nîsanê saet 12:00 qada Saca ya herêma Zapê û qada Çemrebotkî ya herêma Garê hatin bombekirin.

8'ê Nîsanê saet 08:30'î qada Kunişka ya herêma Zapê, saet navbera 06:00-09:00 qada Lolanê ya herêma Xakurkê, saet 09:00 qada Werxelê ya Avaşînê û saet navbera 22:00-00:00 jî qada Bergare ya herêma Garê hatin bombekirin.

7'ê Nîsanê saet 07:00 qada Kinyanişê ya herêma Zapê, saet 13:30 jî derdora gundê Sarkê yê herêma Garê bombe kirin.

6'ê Nîsanê saet 17:30 geliyên Şehîdan û Bedrana yên herêma Qendîlê hatin bombekirin.

5`ê Nîsanê geliyê Bedrana yê herêma Qendîlê hate bombekirin.

Ji ber bomberdûmanê zirar negihîşt hêzên me. Lê belê ji ber êrîşa li gundê Sarkê ya herêma Garê zerar gihîşt bax û baxçeyên gundiyan.”


Mijarên Din