HPG: Li Serhed û Xakûrkê 37 leşker hatin kuştin

Li Xakûrk û Serhedê gerîlayên HPG, YJA-Starû HBDH’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 37 leşker hatin kuştin û her wiha gelek wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Serhed û Xakûrkê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh li dar xistine. Ev çalakî bi wesîleya 1’ê Hezîranê hatine lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke şoreşger hatiye lidarxistin. Wesayîta bi zirx a ZPT û du panzêrên ku ji Başanê diçûn Îdirê bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li ZPT’ê dane û wesayît îmha bûye, panzêrê jî derbên giran xwariye. Leşkerên dijmin ên ku xwestine ji panzerê derkevin, hêzên me li wan dane û hemû leşkerên di panzerê de hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî xwestiye were qadê lê hêzên me ji du aliyan ve li wan jî dane. Li vê derê wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bûye, wesayîta Amarok û du wesayîtên Reo jî derbên giran xwarine. Hêzên me qad xistine bin kontrola xwe û demeke dirêj nehiştine leşkerên dijmin tevbigerin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 20 leşker hatine kuştin û herî kêm 10 leşker jî birîndar bûne.  Artêşa Tirk a dagirker êvarê bi gelek wesayîtên zirxî û ambûlansan, mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine, bi firfirokên hewayî yên bêmirov qad bomberdûman kirine. Vê operasyona şoreşgerî ji aliyê HPG, YJA-STAR û HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê hatiye lidarxistin.

Di sabotajê de 6 kontra mirin

Ev demek e ku artêşa Tirk a dagirker di navbera qereqolên Serêkaniyê û Kozîlî yên Bazîda Agiriyê rêya ewlehiyê çêdike. Hêzên me yên YJA-STAR'ê  di 1’ê Hezîranê de saet di 06.00’an de li dijî wesayîta transît a ku kontra tê de bûn û di çêkirina vê rêyê de dixebitine, çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Di çalakiyê de 6 kontra hatine kuştin û 2 kontra jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine û êvarê li qadê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe, bi paş ve hatiye kişandin. Artêşa Tirk a dagirker vê çalakiya li hemberî kontrayan, bi rêya medyaya di bin fermana xwe de wekî êrîşî li dijî sivîlan pêşkêş kiriye. Ev kontra tevî dagirkeran dixebitin, li hemberî nirxên gelê Kurd in û li hemberî gerîlayan bi dijmin re ne.

Di 31’ê Gulanê de saet di 16.30’an de hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî leşkerên li qereqola Gulîzerkê ya Ebexa Wanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di van çalakiyan de serbazek û leşkerek hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û operasyonek dane destpêkirin.

Di van hemû çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Li Xakûrkê 9 leşker hatin kuştin

Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê dayî destpêkirin. Roja 1’ê Hezîranê saet 03:30’an hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniya me ya 30’ê Gulana 2019’an de me ragihandindibû ku di bombebarana roja 28’ê Gulanê ya li dijî herêma Şêxzade ya Xakûrkê hevreyê me Rêbaz Mahabad (Reşît Hasan Nejad) şehîd bûbû. Piştî bombeberanê hevreyê me şehîd nebûye, bi saxlemî gihiştiye baregeha xwe.

Di êrîşên hewayî de gerîlayek şehîd bû

Roja 1’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 06:30’an bombe li herêma Çil û Çar ya herêma Xakûrkê, saet 09:00’an bombe li herêma Mervanis ya herêma Avaşîn, saetên nîvro jî herêma Zê bombe barand. Di bombeberana li herêma Zê de hevrêyekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya şehadetê ya hevreyê me wê piştre bi raya giştî re were eşkerekirin.”


Mijarên Din