HPG`ê li Xakurkê  çalakî pêk anî, 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê diyar kir ku gerîlayên HPG`ê li Girê Lêlîkan ê Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anî û di encama wê de 4 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê girêdayî mijarê ev agahî belav kir:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Sibatê saet 12:15’an li dijî leşerên Tirk ên li Girê Lêlîkan ê Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ji nêz û bi bandor li çeper û kozikên leşkerên li gir hate xistin. Di encama wê de 4 çeper hatin ruxandin û bi qasî hate zelalkirin 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet 18:00’an dever bombebaran kir. Yekîneyên me yên çalakî kirin, bi sax û selametî gihiştin navendên xwe."


Mijarên Din