HPG‘ê, nasnameya 2 gerîlayên li Gabarê şehîd bibûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyan 2 gerîlayan ku li Gabarê di şer de şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

Colemêrg

 “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 18’ê Gulanê saet di 08.00’an de li dijî Qereqola Şikêrê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.

Amed

Di 14’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qadên Şehîd Axîn, Şehîd Amed û Şehîd Baran ên ku li Başûrê Mûşê ne, operasyonek dabûn destpêkirin. Ev operasyon di 18’ê Gulanê de saet di 22.00’an de bêyî ku encamekê werbigire, xwe ji qadê vekişandiye.

Artêşa Tirk a dagirker di 8, 15 û 30’ê Nîsanê de jî li qada Şehîd Baran 3 operasyonên cihê li dar xistiye.Ev operasyon bêyî ku encamekê bistînin, di heman rojê de hatine vekişandin.

Êrîşên hewayî

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirin. Di vê çarçoveyê de balefirên şer di 16’ê Gulanê saet di 14.40’an de Qada Kuro Jahro ya Zapê, di 17’ê Gulanê de saet di 12.30 û 14.00’an de derdora gundê Gisê yê Garê û di 18’ê Gulanê de saet di 18.50’an de qada Gundê Filleha ya Zapê bomberdûman kiriye.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundên Gisê.

2 gerîla şehîd bûn

Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Gabarê ya Şirnexê tevî balefirên hewayî yên bêmirov li qadê operasyonek dane destpêkirin. Yekîneyeke me ya li qada operasyonê rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û şer çêbûye. Artêşa Tirk a ku ji bejahiyê ve nekarî biçe ser hêzên me, bi balefirên şer qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Canfeda (Mehdî Daniş) û Kendal (Enes Bîçer) şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Canfeda Serxwebûn

Nav û paşnav: Mehdî Daniş

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Heznî - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar

***

Nasnav:  Kendal Gabar

Nav û paşnav:  Enes Bîçer

Cihê jidayîkbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Taybet – Mehmet Emîn

Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar"


Mijarên Din