HPG`ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di 23’ê Hezîranê de Cîhan Çelebî (Hakî) yê ku di fermandariya eyaletê de cih digire û sê gerîlayên din di şer de şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayan eşkere kir û soza serfiraziyê da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"Me di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Tebaxê de diyar kiribû ku di 23’ê Hezîranê de li nêzî gundê Zamekê yê Dêrsimê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer çêbûbû û di van şeran de 4 hevalên me şehîd bûbû. Di van şeran de rêhevalê me Hakî (Cîhan Çelebî) yê di Fermandariya Eyaleta Dêrsimê de ye û hevalên pê re Adnan (Mahmût Alinbay), Rizgar (Abdulkerîm Arvas) û Sîdar (Mazlûm Atar) piştî şerekî bi qehremanî yê li hemberî dijmin şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Hakî Pîr

Nav û paşnav: Cîhan Çelebî

Cihê jidayikbûnê: Dêrsim

Navê dayikê: Desîme

Navê bav: Mûstafa

Cih û dîroka şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim

*****

Nasnav: Adnan Pîro

Nav û paşnav: Mahmût Alinbay

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayikê: Şevgul

Navê bav: Ahmet

Cih û dîroka şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim

*****

Nasnav: Rizgar Sabrî Şahîn

Nav û paşnav: Abdulkerîm Avras

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dayikê: Memîhan

Navê bav: Ekrem

Cih û dîroka şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim

*****

Nasnav: Sîdar Dêrsim

Nav û paşnav: Mazlûm Atar

Cihê jidayikbûnê: Dêrsim

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Tahsîn

Cih û dîroka şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim

Rêheval Hakî fermandarekî pêşeng û mînak bû

Rêheval Hakî di sala 1978’an de li Dêrsimê ji dayik bûye û bi çanda Kurd a Dêrsimê mezin bûye. Wekî her zarokê ku li Kurdistanê mezin bûye, rastiya dijmin zû nas kiriye. Li hemberî polîtîkayên dijmin ên qirkirinê di sala 2004’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Hakî bi kesayetiya xwe ya dînamîk û fedakar di nava demeke kurt de xwe di warê leşkerî de pêş biriye û peywirên xwe bi berpirsyarî pêk aniye. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Dêrsimê wekî nûnerkî xeta fedaî ya tevgera Apoyî bi dilekî saf û paqij tevlî nav xebatan bûye.

Heta nefesa xwe ya dawîn bi fedaîyane şer kirin

Rêhevalên me Adnan, Rizgar û Sîdar jî dema ku dewleta Tirk bi hovane êrîşî gelê Kurd dikir, tevlî nav refên gerîlayan bûne û her hevalekî me bi pratîka xwe ya di gerîlatiyê de bûne sembola ked û fedakariyê. Rêhevalên me Adnan, Rizgar û Sîdar li qadên ku lê têkoşiyane hemû peywir û berpirsyariyên xwe bê kêmasî pêk anîne. Rêhevalên me li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li Dêrsimê heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dane û hemû planên dijmin têk birine.

Malbatên rêhevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînaşehîdên xwe di têkoşîna xwe de bidîn jiyîn.”


Mijarên Din