HPG`ê nasnameya 4 şehîdên eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya çar gerîlayên ku 12'ê Hezîranê li Çiyayê Tendurekê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya çar gerîlayên ku 12`ê Hezîranê li Çiyayê Tendurekê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"Di daxuyaniya 18`ê Hezîranê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 12`ê Hezîranê bomberdûmaneke giran li Çiyayê Tendurekê kiriye û di encamê de 4 hevalên me gihîştine asta şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Argeş Amed

Nav paşnav. Behram Ebasî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Navê dayikê: Hatûn

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 12`ê Hezîrana 2019`an / Tendurek

*****

Nasnav: Botan Qelqelî

Nav paşnav: Osman Ayaz

Cihê jidayikbûnê. Wan

Navê dayikê: Sayîme

Navê bav: Şahabettîn

Cih û dîroka şehadetê: 12`ê Hezîrana 2019`an / Tendurek

*****

Nasnav: Çiya Rojhat

Nav paşnav: Sezgîn Demîr

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayikê: Zileyha

Navê bav: Kamîl

Cih û dîroka şehadetê: 12`ê Hezîrana 2019`an / Tendurek

*****

Nasnav. Şerzan Cîlo

Nav û paşnav: Îreç Caferî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Serar

Cih û dîroka şehadetê: 12`ê Hezîrana 2019`an / Tendurek

Li dijî zilm û polîtîkaya tinekirinê ya artêşa TC a dagirker ku li dijî gelê Kurd pêk tîne, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de hêzên me gelek çalakiyên serketî kirin û derbên giran li dijmin xistin. Hêzên me yên gerîla ku li eyaletê li dijî dewleta TC bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, di her demê de bi berpirsyarî û biryardariyeke mezin wezîfeyên serdemê bi rengekî serketî bi cih anîn. Bêguman di encama keda bêhempa ya şehîdên me yên leheng de serketinên heyî hatine afirandin.

Hevrêyên me Argeş (Behram Ebasî), Botan (Osman Ayaz), Çiya (Sezgîn Demîr) û Şerzan (Îreç Caferî) ku her yek ji wan bîrdariyeke mezin a berxwedanê ne, li Eyaleta Serhedê wezîfeyên girîng pêk anîn û li dijî dijmin bi lehengî şer kirin. Hevalên me Argeş, Botan, Çiya û Şerzan ku tevî sekna xwe ya li jiyanê bi şervaniya xwe ya li dijî dijmin ji me re bûn mînak, bûn bersiv ji pêvajoyê re û navê xwe li berxwedana sala 2019`an nivîsandin.

Di şexsê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi ser bixînin."


Mijarên Din