HPG`ê nasnameya  7 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihanin û Çapmeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku 9, 10 û 12'ê Nîsanê ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihanin û Çapmeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku 9, 10 û 12'ê Nîsanê ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`êwiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Kurdistanê ji destpêka sala 2019'an ve giran kiriye, bi bombebarana qadên gerîla didomîne. Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker a 9, 10 û 12'ê Nîsanê, 7 hevalên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Hevalên me Çiyager Hayrî Cûdî, Fîraz Xerzan, Agir Pîzot, Karker Întîkam, Mûnzûr Erek, Şoreş Çiyayêreş û Şoreş Kurdistan, di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê li dijî êrîşên dagirker, komkujî û qirkirinê berxwedana xwe mezin kir, bi ruhê seferberiyê tevlî nava refên têkoşînê bûn. Bi biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kirin.

Her 7 hevalên me ku li çiyayên Kurdistanê bi fedakarî tevgeriyan, hewl dan bi pîvanên milîtaniya Apoyî bijîn û bi ruhekî fedayî li her qada têkoşînê cih bigirin. Hevalên şehîd bûn bi perwerdeya ku wergirtin û bi danheviya gerîlatiya profesyonel a demê, li qadên ku lê bûn wezîfeya pratîkî ya serdemê hewl dan bi rengê herî baş bi cih bînin.

Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevalên me yên şehîd bûne ku sekneke bi biryar a têkoşînê nîşan dan, em soz didin ku em ê di xeta têkoşînê ya serdema nû de bi ser bikevin. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Çiyager Hayrî Cûdî

Nav paşnav: Hebûn Atli

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayikê: Mûhsîne

Navê bav: Faysal

Cih û dîroka şehadetê: 9'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Fîraz Xerzan

Nav paşnav: Ferhat Gokmen

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dayik: Hediyeç

Navê bav: Nevzat

Cih û dîroka şehadetê: 10'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Agir Pîzot

Nav paşnav: Mehmet Arslan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Mûhbet

Navê bav: Fettah

Cih û dîroka şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Karker Întîkam

Nav paşnav: Orhan Ozden

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayikê: Gulcan

Navê bav: Bûrhan

Cih û dîroka şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Mûnzûr Erek

Nav paşnav: Buyamîn Dûman

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik: Mîran

Navê bav: Abdullah

Cih û dîroka şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Şoreş Çiyayêreş

Nav paşnav: Azad Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Navê dayik: Adîle

Navê bav: Yakûp

Cih û dîroka şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Şoreş Kurdistan

Nav paşnav: Mehmet Açikalin

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayikê: Munasîp

Navê bav: Çerkez

Cih û dîroka şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê


Mijarên Din