HPG'ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên ku 30'ê Tîrmehê li herêma Çirav a navçeya Dihê ya Sêrtê di encama bombeberana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de şêhîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîla Ridvan Tarhan (Welat Serhat) û Şaban Aslanhan (Alîşer Amed) 30'ê Tîrmehê di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li herêma Çirav ya navçeya Dihê ya Sêrtê de şehîd bûne.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

"Roja 29’ê Tîrmehê saetên şevê hêzên me li herêma Çirva a navçeya Dihê ya Sêrtê bi yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ve hatin pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn lê hejmara wan nehate zanîn. Roja 30’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker ku bi bejahî nekarî biçe ser hêzên me saet 02:30’an bi balafirên şer herêm bombebaran kir. Di vê bombeberanê de hevreyên me Alîşer (Şaban Aslanhan) û Welat (Ridvan Tarhan) şehîd bûn.

Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Welat Serhat

Nav û Paşnav: Ridvan Tarhan

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik - Bav: Hanim – Selîm

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 30’ê Tîrmeha 2019’an

Nasnav: Alîşer Amed

Nav û Paşnav: Şaban Aslanhan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Emîne – Enver

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 30’ê Tîrmeha 2019’an

Hevrê Welat Serhet li navçeya Qereyazi ya Erziromê sala 1989’an di nava malbat û derdorekî welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Welat ê hê di temenê xwe yê biçûk de polîtîkayên qirêj ên dewleta TC’ê ya li ser gelê Kurd ferq dike, li dijî vê dikeve nava lêgerînên têkoşînê.Hevrê Welat ê rastiya sîstema kapitalîst a nasname û çanda tine dike dît, di sala 2007’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Hevrê Welat ê ji roja yeke ve tevlî nava refên azadiyê bûye, ji bo hemû êrîşên faşîst têk bibe xwe li ser felsefeya Rêberiyê pêş xistiye. Hevrê Welat ji bo jiyaneke azad û berxwedaneke birûmet bi hemû hucreyên laşê xwe her demê amade bûye û vê yekê pêk aniye. Bi biryardarî û sekna xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mînak. Hevrê Welat ê li serê çiyayên Kurdistanê her zorî û mercên giran ên şoreşê re bû bi rû ma, van zoriyan bi rêbazên herî baş derbaskiriye. Heman demê bi heskirin, hevrêbûn û fedakariya xwe bûye yek ji hevalên pêşeng. Herî dawî li herêma Çirav li dijî artêşa TC’ê bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Hevrê Alîşer Amed sala 1994’an li Amedê hatiye dinê. Hevrê Alîşer ê di nava hestên welatparêziyê de mezin bûye, bûye yek ji şahidê dijminahiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd. Hevrê Alîşer li dijî êrîş û hişmendiya qirker a dewlet Tirk a li ser Kurdistanê ji bo bi awayekî aktîf têkoşîn bike sala 2015’an berê xwe dide çiyan û tevlî gerîla dibe. Hevrê Alîşer ê ji roj yekem a gav diavêje çiyan bûye heskiriyê çiyan, di demeke kin de xwe bi çiyan re kiriye yek. Hevrê Alîşêr ê ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê pêş dixe, ji nava her şert û mercan de ji sekna xwe ya şoreşgerî gav bi şûnde neavêtiye. Hevrê Alîşêr li her qada lê maye erkên xwe bi şêwazê herî baş pêk aniye, ji berê vê taybetmendiyê xwe cihê xwe li dilê her kesê de kiriye. Hevrê Alîşêr ê bi kesayeta xwe ya têkoşer û serhildêr li qada Çiravê li dijî dijmin şer kir û şehîd bûye.

Di serî de em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Welat û Alîşêr dîsa hemû gelê xwe yên welatparêz re dixwazin û soz mîras û xeyalên şehîdên xwe bi seketinê tacîdar bikin didin."


Mijarên Din