HPG`ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 28’ê Gulana 2019’an li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên ku di 28’ê Gulana 2019’an li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye

"Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de 28’ê Gulana 2019’an di êrîşa esmanî de 2 hevryên me şehîd bûbûn.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Demhat Botan

Nav û paşnav: Îdrîs Babayîgît

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Sîdiye

Navê bav: Ahmed

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an

*****

Nasnav: Rojhat Serhat

Nav û paşnav: Taner Derîn

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Guzel

Navê bav:  Mûstafa

Cih û dîroka şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an

Li dijî hewldanên dagirkerina xaka Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve rastî berxwedaneke mezin a gerîlayên Kurdistanê tê.  Hevrêyên me yên bi navê Demhat û Rojhat ên di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê hatine destpêkirin de cih girtine, di çalakiyên ku derbên xurt li dijmin dane de pêşengtî kirine û bûne hevrêyên me yên bi lehengî şerkirine.

Hevrêyên me Demhat û Rojhat di nava malbatên welatparêz de hatine dinê û şahidî ji pêkanînên asîmlasyonê ya dewleta Tirk re kirine. Hevrêyên me Demhat û Rojhat ên îlhameke mezin ji felsefeya jiyanê ya Rêber Apo girtine, gihişte wê yekê ku yekane rêya têkoşînkirinê ya li dijî faşîzmê û têkbirina wê tevlîbûna Gerîla ye û cihê xwe di rêzên pêş de girtine. Hevrêyên me heta roja şehîdbûnê jî hemû erkên xwe bi biryardarî û azweriyekê bi serketî bi cih aniye.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û di şexsê hevrêyên xwe yên gihiştine şehadetê de soz didin hemû şehîdên şoreşê em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Carekî din şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin."


Mijarên Din