HPG’ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kirin

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Cûdî û Heftanînê 24'ê Tebaxê di êrîşên hewayî de şehîd bûne, eşkere kirin û ew bi bîr anîn.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê (NPG-HPG) agahiyên 3 gerîlayên ku li Cûdî û Heftanînê, 24'ê Tebaxê bi êrîşên hewayî şehîd bûne, ragihandin û ew bi bîr anîn.

Li gorî daxuyaniya NPG-HPG'ê du gerîla li herêma Çiyayê Cûdî di şerê giran de derbên giran li artêşa Tirk dane û piştî çalakiyê bi êrîşa hewayî şehîd bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin yek ji gerîlayan jî di êrîşa hewayî de ya li ser Heftanînê şehîd bûye.

NPG-HPG'ê têkilî şerê li Cûdiyê got, “Di daxuyaniya xwe de ya 24'ê Tebaxê, me bi raya giştî re par ve kiribû ku 21'ê Tebaxê li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, li Girê Çolya hêzên me çalakiyek li ser yekîneyên operasyonê kirine, çûne ser gelek cenazeyên leşekran, derbên giran li dijmin dane, piştî çalakiyê berêvarkî bi erîşa hewayî ya artêşa TC'ê ya dagirker 2 hevrêyên me yên fedayî şehîd bûne. Hevrêyê me Adil û Serhat ku şehîd bûne, di çalakiya Girê Çolya de li dijî dijmin bi rigê 15'ê Tebaxê şer kirine, çûn ser dijmin çekên li ser wan rakirine.”

Nasnameyên du gerîlayan wiha ne:

Nasnav: Adil Amed
Nav û paşnav: Metîn Deger
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Reyhan
Navê bav: Abdullah
Cih û dîroka şehîdbûnê: 21 Tebax 2019 / Cûdî

*****

Nasnav: Serhat Botan
Nav û paşnav: Mehmet Salîh Dalmiş
Cihê jidaykbûynê: Şirnex
Navê dayikê: Emine
Navê bav: Mehmet Emîn
Cih û dîroka şehîdbûnê: 21 Tebax 2019 / Cûdî

Di daxuyaniyê de têkildarî du gerîlayan ev agahî hatin parvekirin:

“Heval Adil ku 1996'an li navçeya Silopya ya Şirnexê li nav derdoreke welatparêz hatî dinê, bi rêçeke wiha mezin bûbû ku li dijî hemû asîmîlasyona dijmin û polîtîkayên zextê serê xwe netewandiye û bi ciwanî Tevgera Azadiyê nas dike. 2013'an tevlî nav refên grîla dibe û li dijî dijminê faşîst tekoşîneke aktîf dide, di jiyana xwe ya gerîlatiyê de li gelek qadan bi aktîvî peywirê dike û di her şert  û mercî de bi fedekarî tevdigere û dibe xwedî kedekê. Hevalê me Adil li dijî faşîzma TC'ê ya dagirker tim berevaniyê ligel dike, bi dilsozî û bê fikar tê dikoşe. Hevrê Adil ku bê kêmasî hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi cih tîne, her wiha weke fermandarekî grîla, li ser hîmê helwesta dilnizm, tim hewl dide ku xwe bi pêş ve bibe. Heval Adil weke zarokê Cûdî li dijî dagirkeran dibe xwedî têkoşîneke mezin, heta kêliya ku şehîd dibe jî, bûye milîtanekî fedayî yê bi ser gel û Tevgera azadiyê ve.

Heval Serhat 1995'an li Cizîrê ya Şirnexê tê dinê û li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Hevalê me Serhat ku bi gewhera nirxên civakî mezin dibe li dijî  polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ya dijmin, hê bi ciwanî têdikoşe. Hevrê Serhat ku li  Cizîrê bi agirê şoreşê mezin bûyî 2013'an li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ji bo ku têkoşîneke çalaktir bike tevlî nav gerîla dibe, ji roja ku tevlî nav refên gerîla dibe bi kelecaniya dilê xwe û hêla xwe ya têkoşer, bi helwesta xwe ya fedayî hevalên wî pir jê hez dikin û ji xwe re mînak distînin. Hevrêyê me Serhat ku bi gelek peywiran radibe, bûye yek ji wan milîtanên bi putepêdanî berpirsyariya xwe bi cih tîne. Hevrê Serhat di nav têkoşînê de ku bi azweriya azadiyê dimeşiya, bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo û gelê Kurd re” berê xwe dide xakên ku li ser jidayik bûye, heta ku li Botanê têdikoşe li bara dijmin bi helwesteke wiha ya milîtanî ye ku qet serê xwe natewîne û tevlî nav karwanên nemiran dibe.

NPG- HPG'ê got, “Di daxuyaniya xwe de ya 26'ê Tebaxê me ji raya giştî re ragihandibû ku 24'ê Tebaxê artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî biriye ser qada Bektorya ya herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û di encame de hevalekî me şehîd bûye” û agahiyên sicîlê yê gerîlayê ku şehîd bûye par ve kir:

Nasnav: Pîran Medya
Nav û paşnav: Muhyettîn Hisûyan
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Navê dayikê: Cazi
Navê bav: Bado
Cih û dîroka şehîdbûnê: 24 Tebax 2019 / Heftanîn

NPG-HPG'ê got “Hevalê me Pîran Medya 1993'yan li bajarê Selmasê ye Rojhilatê Kurdistanê, li nav malbateke kedkar û welatparêz hatiye dine” û wiha domand: “Hevalê me Pîran li nav çandeke Kurdistanî bi nirxên xwe ve dilsoz hatiye dinê, li nav atmosfereke ku bîreweriya netewî geş û gur bû bi teşe dibe. Hevalê me Pîran hê bi ciwanî Tevgera Azadiyê nas dike, 2015'an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Ji roja ku tevlî nav gerîla dibe bi çoşiyeke zêde xwedî li jiyanê dertê û dibe zêrevanê nirxên ku hatine afirandin. Bi xisletê yê kedar û helwesta xwe ya fedekar ji derdora xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Pîran ku xwe dayî azadiya gelê me, bi rengekî serkeftî peywir û berpirsyariyên ku dikeve ser milê wî bi cih tîne. Hevalê me Pîran di nav rihê hevpar ê çar parçeyê Kurdistanê de hewl daye ku bibe gerîlayekî têrkar û heta wê kêliya ku şehîd dibe, bêyî ku gavekê jî raweste li ser rêya şoreşê dimeşe. Hevrêyê me Pîran vîn û berxwedaniya ku milîtaniya fedayî ya Apoyî bi mirov re çêdike, bi xisletê xwe yê leheng nîşan dide, di nav rêça me ya berxwedanê ya dîroka me ya têkoşînê de cih digire, heta hilma xwe ya dawî jî dibe mîlîtanekî mînak ê dilsozê Rêbertî û têkoşînê.”

Di daxuyaniyê de ji bo sê gerîlayan sersaxî hate xwestin û hate gotin soz didin ku îdealên wan werin bicihanîn: “Di serî de serê malbatên hêjê yên hevalên me yên ku li Cûdî û Heftanînê şehîd bûne, bila serê hemû gelê me yê welatparêz  sax be û em soz didin ku tola şehîdên me were stanin û bi mîsogerî wê îdealên wan werin bicihanîn.”


Mijarên Din