HPG'ê nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin

HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên YJA Star û HPG'ê ku di 14'ê Tîrmehê de li Heftanînê şehîd bûne, eşkere kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku li qada Heftanînê di çalakiyan û şer de, hêzên me li qada Bektoryayê li mintiqeyên Tepê Kartal û Şehîd Bîrhat derbên giran li dagirkeran dan, dagirkeran bombardûman li qadê kirin û di şer de hevrêyên me Şoreş, Zeynep, Gever û Hozan ên bi lehengî şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Serkeft

Nav paşnav: Mûrat Akman

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Adûle-Kamil

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Zeynep Amanos

Nav paşnav: Zahîde Şîmşek

Cihê jidayikbûnê: Hatay

Dayik-Bav: Emîne-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Gever Hakkarî

Nav paşnav: Yilmaz Ozlu

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Aysel-Ferman

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Hozan Farqîn

Nav paşnav: Omer Eker

Cihê jidayikbûnê. Amed

Dayik-Bav: Emîne-Ebedîn

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

ŞOREŞ SERKEFT

Hevrêyê me Şopreş li navçeya Milazgirt a Mûşê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi dilsozî û hezkirina li welat, çand, gel û xaka xwe mezin bû. Ji ber polîtîkayên li dijî mirovahiyê yên rejîma dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê, piştî ku şewitandina gundan zêde bû neçar ma ku gundê xwe biterikîne. Dilsoziya bi gundê xwe re di dilê xwe de neqişand, xurt kir û her kêliya li wir jiya, li hiş û mejiyê xwe mayinde kir, bi vî rengî li dijî polîtîkaya bêhişhiştinê ya dijmin helwesteke bi rûmet nîşan da. Li dibistanên sîstemê jî ku ji navendên asîmîlekirina Kurdan e, cewhera xwe parast. Dema ku ji bo xwendina zanîngehê çû Qersê, rastiya dijmin û rastiya gelê Kurd a li dijî dijmin bi rengekî şênber dît û sala 2007'an biryar da ku bibe gerîlayê PKK'ê ku nav û çalakiya jiyana bi rûmet e.

Hevrê Şoreş hîn di mehên destpêkê yên tevlîbûna xwe de bi tevlîbûna xwe ya xwedîderketina li jiyana gerîla û bi hewldana fêhmkirina Rêber Apo hesteke mezin a baweriyê afirand. Di jiyana partiyê de ku bi gavên qewîn dest pê kir, bêteredût berpirsyarî û wezîfeyên stratejîk da ser milê xwe; dema ku pêwîstî pê hebû bû leşkerek, bû fermandarek, bû zanistek û bi vî rengî di têkoşîna me ya şerê rûmetê de bû xwedî kedeke mezin. Hevrê Şoreş ku jiyana wî li ser kedê bû, hevrêyekî me yê welê bû ku bi her hevalî re parvekirina xwe hebû, her kar bi kelecaneke mezin pêk dianî, bi xwestek tevlî dibû, dilnizm bû, bi kesayetiya xwe ya sade dihate naskirin, dilsozê pîvanên milîtaniyê yên Rêber Apo bû û timî hewl dida van pîvanan di kesayetiya xwe de bi cih bike. Hevrê Şoreş bi baweriya xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê, bi hevrêtiya bi hevrêyên jin re, bi manewiyata xwe ya li ser bingeha nirx û hurmetê pîvanên Apoyî temsîl dikir.

Biryardariya Apoyîbûyîn û fedayîbûnê her tim nîşan da, her tim hewl da ku xwedî li jiyana Rêbertî derkeve, bi dilsoziya xwe ya bi hevalên şehîd re hêrs û hesta xwe ya tolhildanê ya li dijî dijmin her tim tûj kir û her tim pêşniyar dikir ku biçe herêmên herî zehmet. Li dijî êrişên dijmin ên li ser qadên gerîla û operasyona ji bo têkbirina hêviya gelan, li ser bingeha tevlîbûna li pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li qada Heftanînê wezîfe da ser milê xwe. Li qada Heftanînê got 'Ev der Heftanîn e' û bi ruhê fedayî bû nav û çalakiya şerê lehengî yê ku dijmin têk bir.

ZEYNEP AMANOS

Hevrêya me Zeynep ku ji malbateke Rihayî ye, li Hatayê ji dayik bû, tevî ku li nava malbateke ku di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê de mezin bû, timî li derdora xwe pirsî û di encama vê lêpirsînê de jî kete nava nakokiyên kûr. Sala ku dest bi xwendina zanîngehê kir Tevgera Azadiyê nas kir û bersiva li nakokiyên xwe di felsefeya Rêber Apo de dît. Hevrêya me Zeynep ku kete bin bandora paradîgmaya jiyana azad a tevgera me, ji bo rastiya Kurdbûn û jinê baştir fêhm bike kete nava hewldaneke berfireh. Di encama van hewldanan de jî hevrêya me Zeynep firsend dît ku Tevgera me ji nêz ve nas bike, bi taybetî bi bandora têkiliyên hevrêtiyê, têkoşîna zayend û pêngava alternatîf a li dijî kapîtalîzmê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Zeynep li nava refên gerîla hîn bêhtir rastiya xwe û nasnameya jinê nas kir, bi çiya û xwezaya Kurdistanê re bû yek û di demeke kurt de gavên girîng di kesayetiya xwe de avêt. Mîna ku bi salane li nava refên gerîla ye bi kelecan û coşeke mezin tevlî karên şoreşgerî bû. Bi moral, coş û kesayetiya xwe ya dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Hevrêya me Zeynep li qada Heftanînê ku cihê dawî yê wezîfeya wê bû ev moral û coşa xwe zêdetir kir, tevlî berxwedana dîrokî bû û di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Zeynep bi van taybetmendiyên xwe bû mînakeke şênber ku nîşan dide jineke ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandiye dikare di kesayetiya xwe de çawa şoreşê bike, çawa dikare bibe 'xwebûn' û ji koletiya modern çawa dikare xwe bigihîne kesayetiya xwedawendiyê.

GEVER HAKKARÎ

Hevrêyê me Gever ku zarokê malbateke welatparêz a Botanî ye, ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek ewladên leheng pêşkêş kir, li Edeneyê ji dayik bû. Tevî polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê yên dijmin ên li metropolan li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji cewhera xwe ya Kurdbûnê tiştek winda nekir û timî bi xewn û xeyalên azadiyê tevgeriya. Hevrêyê me Gever ji bo tavilê bigihêje van xeyalên azadiyê, ji temenê xwe yê ciwantiyê ve bi rengekî çalak tevlî karên partiyê bû. Lê belê gihîşt wê baweriyê ku siyaseta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê bidawîkirin. Bi bandora Şoreşa Rojava ku veguherî hêviyeke nû ya azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê, tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar bêrawestan bi tempoyeke bilind tevlî karê şoreşgerî bû, di demeke kurt de di hunera leşkerî de şareza bû û bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Gever ku zanîbû bêyî îdeolojiya Rêber Apo li Kurdistanê pel jî naheje, gihîşt wê baweriyê ku gerîlayek tenê xwe bi vê îdeolojiyê xemiland dikare bibe 'Fermandarê Serketinê'. Hevrêyê me Gever li ser vê bingehê  hewl da felsefeya Rêber Apo fêhm bike û di kesayetiya xwe de guhertin û veguherînên girîng pêk anî.

Li gelek herêmên Kurdistanê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de tevî ku gelek caran birîndar bû, hevalê me Gever bi coş û daxwaza xwe ya têkoşînê, zanîbû ku serketin tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê dibe. Lewma ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê têbikoşe kete nava hewldaneke berfireh. Di encamê de jî hevrêyê me Gever ji bo serketina Pêngava Cenga Heftanînê û têkbirina dijmin a li vê herêmê, bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Gever tevî ku demeke kurt li Heftanînê ma, bi taybetmendiyên xwe yên sade û xwezayî, bi rûkeniya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya moralê. Di Pêngava Cenga Heftanînê de tevlî karwanê lehengên nemir bû.

HOZAN FARQÎN

Hevrêyê me Hozan ku li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû, ku kevneşopiya welatparêziya qewîn a Amedê ti carî serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewandiye, bi sekneke ku li vê dîroka Amedê bê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Hozan, komkujiyên ku dewleta Tirk di Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir ji nêz ve dît, ji bo hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengekî encamgir bi kar bîne, berê xwe da Çiyayên Azadiyê. Ji roja ku tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û pê ve ji bo di rêbaz û taktîka gerîla de profesyonel bibe kete nava hewldanên girîng. Hevrêyê me Hozan bi perwerdeya ku dît, bi pratîka xwe nîşan da ku gerîlatiya dema nû divê çawa be. Di pêvajoya Pêngava Cenga heftanînê de li gelek deveran derbên girann li dijmin xist, bi taybetî li qada Bektoryayê di dema wezîfeya xwe de cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt û piştî ku artêşa Tirk a dagirker di van çalakiyan de derbên giran xwar, neçar ma xwe ji qadên dagirkirî vekişîne.

Hevrêyên me Şoreş, Zeynep, Gever û Hozan bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger rawestandin. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên wan ên welatparêz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê armanca wan bi ser bixînin."


Mijarên Din