HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin

HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku di sala derbasbûyî de li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûne, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku di sala derbasbûyî de li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûne, eşkere kirin.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Di 29'ê Tîrmeha 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevrêyên me Artêş, Bager, Demhat, Leşker û Simko şehîd bûn.

Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko her yek ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, di nava malbatên welatparêz de mezin bûn û di her qada jiyanê de zext û zilma dewleta Tirk a kujer dîtin. Hevrêyên me pêkanînên faşîst û qirker ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekirin, ketin nava lêgerîna li rastî û azadiyê û li ser vê azadiyê dîtin ku têkoşîneke esasî li çiyayên Kurdistanê dikare bê meşandin.

Hevrêyên me ku di demên cuda de tev li nava refên gerîla bûn, di xeta Rêbertî de bûn fedayiyên Kurdistanê û heta kêliya dawî li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Li her qada têkoşînê bi fedakariyeke mezin berpirsyarî dan ser milê xwe, kûrbûna di bîrdoziya Rêbertî de ji xwe re kirin karê esasî û li gorî şert û mercên demê rêbaz û taktîkên gerîlatiya serdemê afirandin. Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko li her qada lê man bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi pêşengiya xwe her tim bûn ew hevrê ku bibin mînak.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bi ser bixin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Artêş Welat Goyî
Nav û paşnav: Gabar Şengul
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Gulîzar
Navê bav: Mîrza
Cih û dîroka şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Bager Adar
Nav û paşnav: Rifat Adar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Perîşan
Navê bav: Kadîr
Cih û dîroka şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Demhat Nerdûş
Nav û paşnav: Çetîn Akin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayikê: Pakîze
Navê bav: Ashat
Cih û dîroka şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Leşker Roj
Nav û paşnav: Şahap Îrçîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik: Hatem
Navê bav: Alaadîn
Cih û dîroka şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Simko Kerboran
Nav û paşnav: Nîhat Baysal
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayikê: Munevver
Navê bav: Abdullah
Cih û dîroka şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê.


Mijarên Din