HPG`ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kirin

HPG`ê bi daxuyankiyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku li herêmên Xakurk û Avaşînê şehîd bûne, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 5 gerîlayên ku li Xakurk û Avaşînê şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"Di daxuyaniya 3`yê Hezîranê de me ragihandibû ku hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker, li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk aniye û di encamê de 9 leşker hatine kuştin. Her wiha me ji raya giştî re ragihandibû ku di çalakiyê de hevrêyên me Brûsk û Mizgîn ên bi ruhê berxwedana fedayî li dijî dagirkeran şer kir, şehîd bûn. Hevrêyên me Brûsk (Veysel Amaç) û Mizgîn (Medîne Çîftçî) li Xakurkê li dijî êrîşa dagirkeriyê, bi taktîk û rêbaza serdema nû yekîneyên dijmin ji hev xistin, li dijî dewleta TC a faşîst destana lehengiyê nivîsandin û gihîştin asta şehadetê.

Di êrîşa balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ya 2'yê Hezîranê ya li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Azad (Serhat Kartal), Çiya (Cebraîl Bûlût) û Reşît (Mehmet Îrtegun) dema li dijî dewleta TC a dagirker tê dikoşiyan, şehîd bûn.

Nasnameyêm şehîdan wiha ne:

Nasnav: Brûsk Denîz
Nav û paşnav: Veysel Amaç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik: Lîman
Navê bav: Hîkmet
Cih û dîroka şehadetê: 2 Hezîran 2019 / Xakurk

*****

Nasnav: Mizgîn Pîr
Nav û paşnav: Medîne Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Culemêrg
Navê dayikê: Sabîha
Navê bav: Ramazan
Cih û dîroka şehadetê: 2 Hezîran 2019 / Xakurk

*****

Nasnav: Azad Sîser
Nav paşnav: Serhat Kartal
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Erdem
Navê bav: Hanîfî
Cih û dîroka şehadetê: 2 Hezîran 2019 / Avaşîn

*****

Nasnav: Çiya Riha
Nav û paşnav: Cebraîl Bûlût
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dayikê: Saîde
Navê bav: Abdullah
Cih û dîroka şehadetê: 2 Hezîran 2019 / Avaşîn

*****

Nasnav: Reşît Serdar
Nav û paşnav: Mehmet Îrtegun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Enver
Cih û dîroka şehadetê: 2 Hezîran 2019 / Avaşîn

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a faşîst a li herêma me ya Xakurkê, hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hevalên me bi taktîk û teknîkên nû hêzên dagirker dixin nava şoqê, rê nadin hêzên faşîst ku hezar sal e dixwazin Kurdistanê dagir bikin û bi lêdana derbên giran biryardariya 'destûr ji dagirkeriyê re nîn e' bi îradeya mezin a Apoyî nîşan didin. Hevrêyên me Mizgîn û Brûsk ku tev li vê berxwedana dîrokî bûn, derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me Brûsk Denîz û Mizgîn Pîr ên di demên cuda de tev li tevgera me bûn, bi ciwantî, taybetmendiyên xwe yên dînamîk û zîrek li herêma Xakurkê bûn gerîlayên profesyonel. Hevrêyên me ku bi fedakarî û dilsoziya xwe dihatin naskirin, dema ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin şer dikirin, li çiyayên azad ên li Xakurkê bûn sembola fedakarî û lehengiyê û gihîştin asta şehadetê.

Hevalên me Reşît, Azad û Çiya yên li eyaleta Avaşînê, ji ber êrîşa hewayî ya hêzên dijmin gihîştin şehadetê. Hevrêyên me Reşît Serdar, Azad Sîser û Çiya Riha ku hestên kurdistanî ji kûrahî ve hîs kirin û mêtingeriya dewleta Tirk red kirin, bûn şervanên rastî yên heqîqetê û di demên cuda de tev li nava refên tevgera me bûn. Ji roja ku tev lê bûn û pê ve navên fermandarên efsanewî yên tevger û gelê me li xwe kirin û bûn şervanên tolhildanê yên birûmet ên van fermandarên me yên mezin. Bi fedakarî, dîsîplîn û piştrastiyê li hemû qadan bûn çavkaniya moralê.

Hevrêyên me Mizgîn, Brûsk, Reşît, Azad û Çiya li ser vê bingehê tev li karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya me ji hevrêyên xwe wergirtiye bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixin. Bila serê malbatên welatparêz ên hevrêyên me yên hêja û gelê Kurdistanê sax be".


Mijarên Din