HPG’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin ku di meha Hezîranê ya par de li herêma Heftanînê şehîd bûne. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê 5 gerîlayên di Hezîrana 2019'an de li herêma Heftanînê ji ber êrişa hewayî şehîd bûne, bi bîr anîn û destnîşan kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan dê têkoşîna xwe bi rengekî bêman bimeşînin.

Daxuyanî wiha ye:

"1'ê Hezîrana 2019'an di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de, ku li herêma Heftanînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin, hevalên me Agît, Arnos, Canfeda, Harûn û Zagros şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:             

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/24/085512_agit-kobani.jpg

 

Nasnav: Agît Kobanî
Nav û paşnav: Mahmût Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Reqa
navê dayikê: Şemse

 

Navê bav: Alî
Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

***

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/24/085531_arnos-haymana.jpg

 

Nasnav: Arnos Haymana
Nav û paşnav: Ferhat Kûş
Cihê jidayikbûnê: Enqere
navê dayikê: Fîlîz

 

Navê bav: Alî
Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

***

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/24/085644_canfeda-mirxwas.jpg

 

Nasnav: Canfeda Mîrxwas
Nav û paşnav: Diyar Kûrt
Cihê jidayikbûnê: Wan
navê dayikê: Sabriye-Abdulvahap
Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn  

***

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/24/085658_harun-goyi.jpg

 

Nasnav: Harûn Goyî
Nav û paşnav: Îbrahîm Yurek
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
navê dayik: Zeynep

 

Navê bav: Nezîr
Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

***

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/24/085712_zagros_yunus_small.jpg

 

Nasnav: Zagros Lîz
Nav û paşnav: Kîga
Cihê jidayikbûnê: Mûş
navê dayikê: Gulistan

 

Navê bav: Çetîn
Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Hezîrana 2019'an / Heftanîn

Dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîroka destanan e ku lehengên mezin lê hatine nivîsandin. Jin û mêr ên leheng ên Kurdistanê li dijî konseptên înkar û tinekirinê yên li ser gelê Kurd tên meşandin, bi rengekî bêteredût berê xwe dan Têkoşîna Azadiyê û bi gerîlabûnê bersiv dan. Gerîla xeta fedayî ya Kurdistanê ye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de bi felsefeya rêber Apo bi erk û wezîfeya parastina gelê Kurd radibin.

Planên dagirkeriyê yên dewleta TC a faşîst û mêtinger li hemberî berxwedana destanî ya gerîla bêencam man. Li her bihosta xaka Kurdistanê ku artêşa TC a dagirker pê lê kiriye, li berxwedana gerîla rast hat û li pey hev têk çû. Dewleta faşîst ku li pêşberî îradeya gerîla têk çû, şerê ku winda kiriye bi bikaranîna teknîkê hewl dide bidomîne. Lê belê şensê dewleta TC a faşîst li pêşberî gerîlayên Kurdistanê nîne ku zû û bi lez xwe li gorî mercên serdemê amade dikin. Bêguman rastiya PKK'ê rastiya şehîdan e, Yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihand vê astê ruhê milîtan û fedayî yê Apoyî ye. Hevrêyên me Agît, Arnos, Canfeda, Harûn û Zagros ruhê milîtanî yê PKK'ê pejirandin, bûn fedayî û cihê xwe di nava şehîdên pîroz ên PKK'ê de girt. Hevrêyên me bi gerîlabûnê bersiv dan êrişên faşîzma TC û bi îradeyeke xurt ala têkoşîna azadiyê li ba kirin. Hevrêyên me ku kesayetiya milîtan a PKK'ê bi xurtî di şexsê xwe de temsîl kirin, her wiha bûn mînak û nîşan dan ku li ku divê bi çi rengî mirov bimeşin.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdên xwe têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bimeşînin."


Mijarên Din