HPG’ê nasnameyên 5 şehîdên xwe eşkere kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 13 û 27’ê tîrmehê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê 5 gerîlayên wan di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên gerîlayên li Tendûrekê di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 17'ê Tîrmehê me gotibû di êrîşa hewayî ya 13'ê Tîrmehê de ya artêşa TC'ê ya dagirker a li ser Qada Şehîd Tûfan a herêma Tendûrekê, hevrêyên me Amargî, Ronahî û Simko şehîd bûne.

Di daxuyaniya 2'yê Tebaxê de jî me ragihandibû 27'ê Tîrmehê, li qada Diyadînê ya herêma Tendûrekê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derketiye û di encama şer de hevalên me Agir û Gulan bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên ku 13 û 27'ê Tîrmehê de şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amargî Arî
Nav û Paşnav: Gulşen Dogrû
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Hakîme – Suleyman
Cih û Dema Şehadetê: Tendûrek / 13’ê Tîrmeha 2019’an

***

Nasnav: Ronahî Eylem
Nav û Paşnav: Hasret Nayîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Sûret – Yasîn
Cih û Dema Şehadetê: Tendûrek / 13’ê Tîrmeha 2019’an

***

Nasnav: Simko Delîl
Nav û Paşnav: Mûammer Yildirim
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Mûhteber – Mûhlîs
Cih û Dema Şehadetê: Tendûrek / 13’ê Tîrmeha 2019’an

***

Nasnav: Agir Destan
Nav û Paşnav: Ûgûr Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik - Bav: Zennûre – Felemez
Cih û Dema Şehadetê: Tendûrek / 27’ê Tîrmeha 2019’an

***

Nasnav: Gûlan Heştanîn
Nav û Paşnav: Gamî Zeybek
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Asiye – Abdûlkerîm
Cih û Dema Şehadetê: Tendûrek / 27’ê Tîrmeha 2019’an

Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta TC'ê ya dagirker ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, hevrêyên me Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku di demên cuda de tevlî nav Têkoşîna Azadiyê bûne, ji bo ku tevgera dagirker a ku li Kurdistanê tê kirin pûç bikin bi lehengî û dilêrî şer kirine û bûne xwedî kedeke mezin. Hevrêyên me ku li cografyaya Serhedê ya asê li ser rêya gerîlatiya profesyonel dimeşiyan, di şer û çalakiyên dijî dijmin de derbên giran li dijmin dane. Hevrêyên me Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku her yek ji wan bîrdariyeke berxwedanê ye, bi rengekî aktîf tevlî Pêngava Serfiraziya Şoreşger a li qadê bûne û di serkeftinan de bûne xwedî kedeke mezin. Di serdemeke wiha de ku faşîzm li asta herî bilind e, her gava ku hevrêyên me ji bo azadiya gelê Kurd li Kurdistanê diavêt û her dilpa xwêdana wan, ji bo me sembola fedakarî û wêrekiyê ye.

Em hevrêyên xwe Amargî, Ronahî, Simko, Agir û Gulan ku li Tendûrekê şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin, di serî de yên malbatên hêja yên hevalên me,serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku keda ku şehîdên me ji bo azadiya Kurdistanê dane serfiraz bikin."


Mijarên Din