HPG'ê şehîdên Botan û Serhedê bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku li herêmên Botan û Serhedê şehîd bûne eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekî nasnameya 6 gerîlayên ku di 2018’an de li herêmên Botan û Serhedê di dîrokên cuda şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Kurdistanê gelekî berxwedêr e ku li dijî her şêwe dagirkeriyê xwebûna xwe parastiye. Gelê me bi hezkirina welêt, berxwedêriya çandî û mîrateya berxwedanê, her tim li dijî zilmê lehengên xwe afirandiye. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ya bi pêşengiya PKK'ê, nirxên welat, ax, welatparêzî û fedayetî hîn bi wate bû û 'canfedatiya ji bo dozê' di nava rastiya Kurdistanê de hîn bêhtir derkete holê. Ev yek bû sedem ku em bikevin nava vê serdema dîrokî ku gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Bêguman, bi saya destanên lehengiyê yên fedayiyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûn, têkoşîn gihaştiye vê astê.

Hevrêyên me Hamza (Mazlûm Boztaş), Kemal (Hizir Tûran), Rênas (Dogan Cengîz), Verzaba (Hosrov Tekîn), Avareş (Mûrat Ozdemîr) û Dijwar (Îsmet Er) ku şopdarên vî nifşê canfeda ne, di berxwedana sala 2018'an de li Botan û Serhedê di demên cuda de di operasyon, şer û êrîşên hewayî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di sala 2018'an de dijminê mêtinger bi rengekî bê perwa êrîşî gelê me kir. Hevrêyên me Hamza, Kemal, Rênas, Verzaba, Avareş û Dijwar ên rê nedan dijmin û di vê oxirê de şehîd bûn, em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin û têkoşîna 'Rêberê Azad - Kurdistana Azad' ku xewn û xeyalên wan e, bi ser bixînin."

Nasnameya Şehîdan

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Hamza Serhat

Nav paşnav: Mazlûm Boztaş

Navê dayîkê: Songul

Navê bav: Reşat

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Kemal Devran

Nav paşnav: Hizir Tûran

Navê dayîkê: Kûtir

Navê bav: Hacî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Rênas Sîpan

Nav paşnav: Dogan Cengîz

Navê dayîkê: Bînnaz

Navê bav: Bayram

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018'an / Bazîd

Nasnav: Verzaba Xamûr

Nav paşnav: Hosrov Tekîn

Navê dayîkê: Rihan

Navê bav: Mehmet

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex

Nasnav: Avareş Erdal

Nav paşnav: Mûrat Ozdemîr

Navê dayîkê: Fadîme

Navê bav: Faîk

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar

Nasnav: Dijwar Agir

Nav paşnav: Îsmet Er

Navê dayîkê: Sariye

Navê bav: Necmettîn

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2018'an / Gabar


Mijarên Din