HPG: Ti êrîşa li ser gelê Kurd wê bêbersiv nemîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêma  Xakûrkê daxuyanî da û got, ti êrîşa li ser gelê Kurd wê bêbersiv nemîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên wan li Colemêrg û Agiriyê li dijî hêzên dagirker ên Tirk du çalakî kirine, têkilî êrîşên hewayî yên li ser qadên gerîla jî agahî da.

Çalakiya li ser kozika leşkerî:  Çekên giran ên A 4'ê hatin tinekirin

Têkilî çalakiyê wiha hate gotin: ''Bi çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 26'ê Hezîranê saet 04.30'an çalakiyeke birine ser kozika nobetê ya qereqola Bûbo ya Bazidê ya Agiriyê. Di vê çalakiyê de hêzên me gelekî li wan reşandin, gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 çekên giran ên A4 ên li kozikê hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC'ê ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirin, li qadên derdorê reşandiye.''

Cihê kontrolê bû hedef: 1 mirî

HPG'ê ragihand li Colemêrgê cihekî kontrolê jî ketiye ber hedefa hêzên wan, leşkerek hatiye kuştin û domand, ''26'ê Hezîranê hêzên me saet 19.15'an bi çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya li dijî cihê kontrolê yê artêşa TC'ê ya dagirker a li dehma Derava Qesranê ya di nav sînorên navenda bajêr a Çelê Colemêrgê de çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de kozik û wesayitên zirxî yên dijmin bûne hedef û berbiçav 1 leşker hatiye kuştin.''

Êrîşên hewayî yên li ser qadên gerîla

HPG'ê bi berdewamî li ser êrîşên hewayî yên bi balafirên şer ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê got, ''27'ê Hezîranê (îro) saet 07.50'î balafirên şer qada Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombe kiriye.

26'ê Hezîranê di naveyna saet 01.00 û 03.00'an de balafirên şer qada Kesta ya Metîna û Girê Şehîd Piling bome kirine.

Li Zapê şewat

Eynî rojê derdora saet 13.00'n balafirên şer qada Kunîşka ya Zapê bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de şewat li çiyê derketiye.

Li Xakurkê wesayitên sivîl hatin bombekirin

Dîsa eynî rojê saet 17.20'An balafirên şer li nêzî Gundê Goşîne yê li herêma Xakûrkê 2 wesayitên welatiyên sivîl bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de welatiyê sivîl ê bi navê Mansûr Nafîh hatiye qetilkirin, 3 sivîl jî birîndar bûne.

Armanc ew e ku herêmê ji mirovan vala bikin

HPG'ê bi berdewamî got, dewleta Tirk bi êrîşên ser sivîlan dixwaze hemû herêmê ji mirovan vala bike û Başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike.

''Ev êrîşên ku artêşa TC'ê ya dagirker bi zanebûn dike, careke dî nîşan dide ku êrîşeke mezin tîne, ku hedef ne tenê Tevgera Azaiyê lê her wiha hemû gelê herêmê ye. Dijminatiya li Kurdan a dewleta faşîst a TC'ê ya ku gelek caran sivîlan û jîgehên sivîl dike hedef nîşan dide û her wiha tê dîtin ku hewl dide hemû herêmê ji mirovan vala bike. Bi vê tevgera dagirkirinê re dewleta faşîst a TC'ê dixwaze Başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike, gel di bin mêtingerî û dagirkeriya xwe de bihêle. Ên ku çavê xwe ji van êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker re dikirin û dibine sedema mirina sivîlan, bi hindikayî bi qasî dagirkeran hevkarên sûc in. Ev êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker bi temamî dijî berjewendiya gelê Kuritanê ye û yekîtiya netewî dike hedef. Dagirker bi van êrîşan dixwazin yekîtiya netewî ya  Kurdan parçe bikin. Gelê me li dijî van dagirkeran ku ti mafê wan tine ku êrîşê bînin divê raweste û destûrê nede ku xwîn ji bêvila yek mirovê Kurd jî were. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê diyar dikin ti êrîşa li ser gelê Kurd wê bêbersiv nemîne. Di serî de mabata welatiyê me Mansûr Nafîh ku di vê êrîşa bebext de şehîd ketî, em serxweşiyê didine hemû gelê Başûrê Kurdistanê.''


Mijarên Din