HPG: Yekîneyeke gerîla li Îskenderûnê çalakiyeke serkeftî pêk anî

HPG'ê ragihand tîmeke ji 2 gerîlayan pêk tê, 26'ê Cotmehê çalakiya ku armanc kiribû, pêk aniye û tiştên ku çapemeniya dewleta Tirk a dagirker weşandine, derewandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî rûdana li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “26'ê Cotmehê tîmeke me ya gerîla ya profesyonel ku ji 2 kesan pêk dihat, li Îskenderûnê ya Hatayê çalakiya ku armanc kiribû, pêk aniye. Têkildarî vê çalakiyê tiştên ku di çapemeniya mêtinger de hatine diyarkirin bi temamî bi armanca dezenformasyonê ne. Têkildarî vê çalakiyê agahiyên berfireh ku hatin standin bi berfirehî wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Hebûna li her deverê ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li ser xeta gerîlayên serdema nû şer dikin û têkoşîna wan tirseke mezin dixe dilê dewleta Tirk a faşîst û qirker. Wekî ku hatiye diyarkirin gerîla li Amanosan tasfiye nebûne. Ev, xeyaleke mêtingeran e. Gerîlayên azadiya Kurdistanê heta ku meşa “Rêbertiya Azad Kurdistana Azad” bi serfiraziyê tacîdar nekin, li her devera hewce be, wê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.''


Mijarên Din