HPG`e 5 şehîdên li Zagrosan şehîd bûne bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên li Zagrosan şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku sala 2017'an li Zagrosê şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"13'ê Tîrmeha 2017'an li herêma Zagrosê di şer û bomberdûmanê de ya ji ber operasyonê, 5 hevrêyên me yên li dijî artêşa TC a dagirker şer kirin, gihîştin şehadetê.

Van hevrêyên me, ku di nava welatparêziyê de rastiya Kurdistanê ji nêz ve nas kirin, dîtin ku azadiya gelê Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo dibe û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bûn. Em van hevrêyên xwe yên di vê oxirê de têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Agît, Devrîm, Selman, Silav û Xebat bi ked, fedakarî û durustî tevlî têkoşînê bûn, her tim li ser xeta Rêbertî hewl dan bimeşin, her ku fêhm kirin bêhtir xwe li têkoşînê girtin. Bi sekna xwe ya di nava jiyan û têkoşînê de wê her tim ji hevrêyên xwe re bibin mînak.

Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi azadiyê tacîdar bikin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Agît Serhat

Nav paşnav: Ridvan Karabakan

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Navê dayikê: Turkan

Navê bav: Cemîl

Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

*****

Nasnav: Devrîm Serhat

Nav paşnav: Hanîfî Baykûş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Yildiz

Navê bav : Mehmet Habîb

Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

*****

Nasnav: Selman Dilşad

Nav paşanv: Seferî Dûman

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayikê: Hatûn

Navê bav: Hasan

Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

*****

Nasnav: Silav Agît

Nav paşnav: Ayşe Kaya

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayikê: Şukran

Navê bav: Ramazan

Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

*****

Nasnav: Xebat Çiya

Nav paşnav: Rojat Avşîn

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Navê dayikê: Mîsrî

Navê bav: Huseyîn

Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros


Mijarên Din