HRE: Çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan di 15’ê Nîsanê de li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê, li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Daxuyaniya HRE’ê wiha ye;

“Li navçeya Şerewa li dijî dagirkeran çalakî!

Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku li Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin, didomînin. Di çarçoveya van çalakiyan de;

Di dîroka 15’ê Nîsanê de, şervanên me li gundê Kîmarê ya girêdayi navçeya Şêrewa li diji seyareyek leşkeri ya girêdayi koma çete Firqet El Hemze çalakî lidar xistin. Di encema çalakiyê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.”

Mijarên Din