HRE`ê derbeyên giran li artêşa Tirk û çeteyên xist, kuştî hene

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan li Efrîn û herêma Marê de, 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me bi rêzeçalakiyên cûda li navçeya Şêrawa, Cindirêsê û herêma Marê leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc.

Di dîroka 2`ê Hizêranê de hêzên me bi çalakiyekî li leşkerên Tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa dan, di encamê de leşkereke Tirk û çeteyekî koma çete ya bi navê Cebhe El-Şamiyê hatin kuştin û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Di dîroka 2`ê Hizêranê de yekîneyek me çalakiyekî sekvanî li gundê Seyid Elî  yê girêdayî bajarê Marê li dar xist, di encamê de çeteyekî girêdayî dewleta dagirker a Tirk hat kuştin.

Di dîroka 2`ê Hizêranê de hêzên me bi çalakiyekî berfireh li baragehekî çeteyên bi navê Feyleq El Şam li gundê Kebaşîn yê girêdayî navçeya Şêrawa dan. Di encamê de baregeh hat rûxandin, 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di heman dîrokê de yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Cebha el-Weteniyê li navçeya Cindirêsê li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin û seyare hat teqandin.”

(kc)


Mijarên Din